Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî derbarê pêvajoya aştiyê de got, "Divê em teqez ji sedemên hebûna çekan rizgar bibin."
Parlamentoya Tirkiyeyê bi helkefta 105emîn salvegera vebûna Parlamentoya Tirkiyeyê civiya.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê Sezaî Temellî jî di civîna Parlamentoyê de li ser navê Hevserokên partiya xwe Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan axivî.
Temellî ji ber erdhejê hêviya silametiyê bo xelkê Stenbolê xwest û got:
"Hemû şaredariyên me jî eger ji şaredariyên Stenbolê daxwaz bê kirin amade ne ku alîkariyê bikin."
"Parlamento kêm civiyaye"
Sezaî Temellî amaje bi wê yekê da ku Parlamentoya Tirkiyeyê bi helkefta 23yê Nîsanê civiyaye lê bi kêmasî civiyaye û got:
"Ji ber eger li welatekî girtiyên siyasî hebin ew parlameto bi kêmasî civiyaye.
Ez di şexsê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Leyla Guven û Can Atalay de ji vê derê silavên xwe bo hemû girtiyên siyasî dişînim. Hêvîdar im em êdî bi kêmasî necivin.”
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê diyar kir ku li Tirkiyeyê hemû civak aştiyê dixwaze û ev yek hêviya wan e û got:
"Civak bi hesreta aştiyê ye. Rêya çêkirina vê aştiyê di berpirsyariya me de ye.
Me ji roja yekem û heta îro her tim gotiye ku em dê hemû hewldanên pêwîst ên ji bo pêkanîna aştiyê bidin."
"Em xwedî li banga aştî û civaka demokratîk derdikevin"
Sezaî Temellî behsa rola DEM Partiyê ya di pêvajoyê de kir û got:
"Wekî DEM Partî em xwedî li banga aştî û civaka demokratîk derdikevin ku pêwîstiyên wê berpirsiyariyê ye ku me wergitiye.
Em ji bo bicihanîna vê yekê û civandina hemû civakê li ser zemîna aştiyê, hewldanên xwe nîşan didin.
Niha banga me ji bo her kesê û hemû aliyan e, di serî de ev parlamento, civandina hemû civakê li ser zemîna lihevkirinê û pêkanîna lihevkirineke nû ya civakî û vekirina rê ji vî alî ve êdî weke pêwîstiyekê li pêşiya me ye."
"Divê em teqez ji sedemên hebûna çekan rizgar bibin"
Temelî ragihand ku rêya li pêşiya wan a ji bo pêvajoya aştiyê gelek girîng e û wiha pê de çû:
"Bila pevçûn rawestin, tundûtîjî bisekine, bila çek bêdeng bibin, em her dem vê yekê dibêjin lê divê em vê yekê jî bibêjin.
Divê em teqez ji sedemên hebûna çekan jî rizgar bibin.
Ne tenê bêdengkirinna çekan eger em bixwazin welat demokratîk bikin, bi qasî bêdengiya çekan divê em bi hevre teqez ji sedemên ku wiha kirine çek hebin jî rizgar bibin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse