Ahmet Ozer: Ji ber ku ez Kurd im têm darizandin

23-05-2025
RÛDAW
Nîşan Ahmet Ozer CHP Şaredariya Esenyurtê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer ku li şûna wî qeyûm hatiye danîn û niha girtî ye tê darizandin.

Ahmet Ozer eşkere kir ku doza wî siyasî ye û ji ber ku ew Kurd e û desthilatê xwestiye qeyûm deyne ser şaredariyê û ew hatiye girtin.

Li 14emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê îro rûniştina yekemîn a doza Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer tê dîtin. Her wiha bi tohmeta "endamtiya rêxistineke terorî ya çekdar" ji 7 sal û nîv heta 15 salan cezayê girtîgehê ji bo wî tê xwestin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê Ahmet Ozer di dozê de gotiye: "Ji ber xwestin qeyûm deynin ser Şaredariya Esenyurtê ez li vir im.

Ji ber ez hevalê Îmamoglu me li vir im. Di encamê de ji ber ku ez Kurd im li vir im. Hege ev tişt sûc bin, ez bi van nirxên xwe serbilind im.

Hemû kes dizane ku heger ez ne Serokê Şaredariya Esenyurtê bûma tiştekî wiha nedibû."

Ahmet Ozer amaje pê kiriye ku di çarçoveya pîşe û pisporiya xwe de li ser Pirsgirêka Kurdan xebitiye û wekî akademîsyenekê baweriya wî bi çareseriya aştiyane û demokratîk heye.

Ozer destnîşan kiriye ku tevî nebûna delîlan ew 7 meh in girtî ye û heger sibe ji doza xwe bê berdan dê kî hesabê vê yekê bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst