Tirkiye û Brîtanyayê li ser firotina balafirên Eurofighterê li hev kir

23-07-2025
RÛDAW
Nîşan Eurofighter Typhoon Tirkiye Brîtanya Almanya Balafirên Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye û Brîtanyayê li ser firotina balafirên şer ên Eurofighterê li hev kir û

Her wiha hat ragihandin Almanyayê jî firotina balafirên şer ên Eurofighterê ji bo Tirkiyeyê erê kiriye

Tirkiye û Brîtanyayê ji bo balafirên şer ên Eurofighter Typhoonê peymaneke girîng îmze kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Wezîr Yaşar Guler di çarçoveya Pêşangeha Pîşesaziya Parastinê ya IDEFê de bi Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê John Healey re civiya.

Di hevdîtinê de, Memoranduma Têgihiştinê ya ji bo peymaneke berfireh a derbarê qebûlkirina Tirkiyeyê wekî bikarhênera Eurofighter Typhoonê hat îmzekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku peyman hêza hevbeşiya Tirkiye û Brîtanyayê ducare piştrast dike.

Wezaretê diyar kir ku her du welat di mijara hinartina Eurofighter Typhoonê de bi awayekî berbiçav bi pêş dikevin û wiha hat gotin:

"Qebûlkirina Tirkiyeyê wekî bikarhênera Typhoonê dê pêwendiyên dostaniyê yên ku di navbera hevpeymanên sereke yên NATOyê de bi dehên salan geş bûne hîn xurttir bike û dê bibe gaveke girîng di zêdekirina şiyanên hewayî yên pêşketî yên şerker ên Tirkiyeyê de."

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku ev bipêşketin dê di hevpeymaniya Brîtanya-Tirkiyeyê de bibe destpêka serdemeke nû di warê xurtkirina hevkariya şiyanê û piştgirîkirina pîşesaziyên parastinê yên her du welatan bi rêya kirîna dualî ya amûrên pêşeng ên cîhanê.

Brîtanyayê daxuyaniya ewil da

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, Hikûmeta Brîtanyayê jî derbarê peymanê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dan û standinên ji bo peymana hinartinê ya bi bihayê bi milyaran sterlînî ya ji bo balafirên şer ên Typhoonê ya bi Tirkiyeyê re dê di hefteyên pêş de berdewam bikin."

Çapemeniya Alman nivîsandibû

Çapemeniya Alman îro nivîsandibû ku hikûmeta federal a Almanyayê jî ji bo radestkirina balafirên şer ên Eurofighter Typhoonê ji Tirkiyeyê re çiraya kesk vêxistiye.

Li gorî kovara Alman Der Spiegelê, Konseya Ewlehiyê ya Federal, daxwaza Enqereyê ya ji bo 40 balafirên şer ên Eurofighterê erênî pêşwazî kiriye.

Hat diyarkirin ku balafir dê bi parçeyên ji Almanyayê tên li Brîtanyayê bên çêkirin.

"Hejmara teqez nehatiye diyarkirin"

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî roja borî diyar kiribû ku di hevdîtinên kirînê de pêşketin çêbûye.

Erdogan anîbû zimên ku Almanya û Brîtanya bi erênî nêzîkî mijarê dibin.

Li gorî çapemeniya Brîtanyayê, hejmar û taybetmendiyên teqez ên balafiran hîn bi awayekî misoger nehatine diyarkirin.

Hat gotin ku eger Tirkiye her 40 balafiran sîparîş bike, dê bihayê sîparîşê bigihîje nêzîkî 4,75 milyar euroyî.

"Nikarin li dijî endamekî din ê NATOyê bên bikaranîn"

Li gorî agahiyên Spiegelê, hem Erdogan û hem Hikûmeta Brîtanyayê û hem jî Serokwezîrê Yunanistanê Kiryakos Mîçotakîs derbarê biryara Hikûmeta Almanyayê de hatine agahdarkirin.

Li gorî nûçeyê, Tirkiyeyê di pêvajoya lêkolînê de soz daye ku balafiran tenê di çarçoveya hevgirtina hevpeymaniya NATOyê de bi kar bîne, yanî li dijî endamekî din ê hevpeymaniyê bi kar neyîne.

Beriya ku destûra plankirî ji aliyê hikûmeta federal ve were dayîn, bi Mîçotakîs re jî hatibû axaftin.

Yunanistanê jî ji Fransayê 24 balafirên şer ên Rafaleyê kirîne û ya dawî meha kanûna paşîn de hatibû radestkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst