Eyup Doru: Hinek welatên Ewropayê ji bo çavdêriyê amade ne

08-07-2025
RÛDAW
Dildar Herkî û Eyup Doru\ Wêne û Vîde: Rûdaw
Dildar Herkî û Eyup Doru\ Wêne û Vîde: Rûdaw
Nîşan DEM Partî Eyup Doru Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê(DEM Partî) yê Ewropayê Eyup Doru ragihand ku hinek welatên Ewropayê ji bo çavdêriya pêvajoya amade ne

Eyup Doru ragihand ku welatên Ewropayê piştgiriyê didin destpêkirina pêvajoya nû ya çareseriyê li Tirkiyeyê û hin welat jî amade ne ku wekî çavdêr beşdarî pêvajoyê bibin.

Doru her wiha tekez kir ku ji bo avakirina "biratiya gelan" a rastîn, divê Kurd bibin xwediyê heman mafên Tirkan.

Eyup Doru ji Rûdawê re behsa hewlên xwe yên dîplomatîk ên li Ewropayê kir û got, “Em dixwazin gelê Kurd li Rojhilata Navîn hemû mafên xwe yên bingehîn û kolektîf bistîne.”

Piştgiriya Ewropayê û rola çavdêriyê

Doru da zanîn ku ew li sazî û welatên Ewropayê bi awayekî berdewam hevdîtinan pêk tînin û got, “Em li Parlamentoya Ewropayê, li Konseya Ewropayê û bi partiyên siyasî û hikûmetên Ewropayê re dicivin. Ewropa piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê.”

Nûnerê DEM Partiyê yê Ewropayê eşkere kir ku di hevdîtinên wan de hin welatan amadehiya xwe ji bo rola navbeynkariyê nîşan dane û wiha axivî:

 “Herî dawî em bi Hikûmeta Almanyayê re civiyan û wan jî got ku piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê. Hinek alî hene dibêjin eger her du alî jî bixwazin em dikarin bibin çavdêr.

Heta niha Swîsreyê bi awayekî fermî ev daxuyanî daye.”

Doru bal kişand ser serdana şandeyeke mezin a Ewropî ji bo Stenbolê û eşkere kur ku ew jî dixwazin tevlî pêvajoya çareseriyê bibin.

"Hiqûqa biratiyê hevbeşiyê dixwaze"

Nûnerê DEM Partiyê amaje bi peyamên “biratiya gelan”  jî kir anî zimên ku ji bo ku ev biratî rasteqîn be, divê maf wekhev bin.

Eyup Doru got,  “Tirk dibêjin beriya hezar salî em hatin û em dixwazin navbera Kurd û Tirkan de biratiya gelan ava bikin.

Helbet hiqûqa biratiyê heye, pêwîst e her tişt hevbeş be. Çi mafên gelê Tirk hebin, divê gelê Kurd jî xwediyê heman mafan be.”

Siyasetmedarên girtî û rola dîasporayê

Doru mijara girtiyên siyasî jî anî rojevê û da zanîn ku heta bi hezaran siyasetmedar, parlamenter û şaredarên Kurd di girtîgehan de ne, pêvajo nikare bi ser keve û got, “Pêwîst e ev mesele hemû bên çareserkirin.”

Doru her wiha behsa hêza siyasî û aborî ya Kurdên li Ewropayê kir û vegera wan wekî “destkefteke mezin” ji bo gelê Kurd bi nav kir û got, “Vegera Kurdan bo welat dê hêzeke mezin bide gelê me.”

Modelên çareseriyê

Siyasetmedarê Kurd bal kişand ser nîqaşên li ser modelên rêveberiyê û got, “Gelek modelên rêveberiyê tên nîqaşkirin. Li Belçîkayê sîstemeke federal heye. Em jî dikarin modela xwe ava bikin.”

Doru tekez kir ku divê mafên bi milyonan Kurdên li bajarên mezin ên Tirkiyeyê, wek Stenbolê, jî li ber çavan bên girtin û çareseriyek berfireh were dîtin ku hem Bakurê Kurdistanê û hem jî Kurdên li Tirkiyeyê li xwe bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst