Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê Mahînur Ozdemîr Goktaş li Enqereyê bi Nîzamettîn Kabaîşê bavê Rojîn Kabaîşê re civiya.
Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê Mahînur Ozdemîr Goktaşê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û tekezî li ser wê yekê kir ku lêpirsîna li ser wefata Rojîn Kabaîşê bi hevahengiyeke tam a bi saziyên darazê re didome.
Mahînur Ozdemîr Goktaşê di daxuyaniya xwe de got:
"Wefata keça me Rojîn Kabaîşê em hemû birîndar kirin.
Îro em li wezareta xwe bi bavê Rojînê, Nîzamettîn Beg re civiyan ku em ji roja ewil ve li cem wî ne.
Me êşa wan parve kir û me hestyarî û biryardariya xwe ya derbarê pêvajoyê anî ziman.
Lêpirsîn, bi lêkolîneke hûr a li ser hemû delîl û raporan û bi hevahengiyeke tam a bi saziyên darazê re tê meşandin.
Ez careke din ji bo keça me Rojînê ji Xwedê rehmê û ji malbata wê ya xemgîn re sersaxî û sebrê dixwazim.
Em wekî wezaretê pêvajoyê ji nêzîk ve û bi hestyarî dişopînin.”
Rewşa dawî
Rapora Saziya Bijîşkiya Dadî (ATK) ya li ser mirina xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê 10ê Çiriya Pêşîn ket dosyeyê.
Li gorî raporê, li ser sîng û di nav vajînaya Rojîn Kabaîşê de DNAya du mêrên cuda hatiye dîtin.
Di salvegera yekem a dîtina termê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşê de 17ê mehê li Amedê meşeke berfireh hat lidarxistin.
Malbata Rojînê di meşê de xwwest ku kujer bên dîtin û darizandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse