Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê: Kes naxwaze partiyekê bigire

24-04-2024
RÛDAW
Meclîsa Şaredariya Midyadê ya Bakurê Kurdistanê civîna xwe ya yekem li dar xist
Meclîsa Şaredariya Midyadê ya Bakurê Kurdistanê civîna xwe ya yekem li dar xist
Nîşan DEM Partî Girtin Devlet Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Meclîsa Şaredariya Midyadê ya Bakurê Kurdistanê civîna xwe ya yekem li dar xist.

Li ser tohmetên ku tê gotin di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de sirûda neteweyî ya Tirkiyê nehatiye xwendin, Şaredarê Midyadê yê AK Partiyê diyar kir ku ew yek bêbingeh e.

Şaredarê Midyadê yê AK Partiyê red kir ku di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê nehatibe xwendin.

Şaredarê Midyadê Veysî Şahîn got:

“Me dît ku di rojevê de sirûda neteweyî nîne û me li wê derê hişyarî da. Şaredar got, di civîna girtî de sirûda neteweyî nayê xwendin. Me daxwaza navberê kir û 5 deqîqe navber hat dayîn.

Em çûn odeyeke din û me biryar da, eger destûr neyê dayîn sirûda neteweyî bê xwendin em civînê bi cih dihêlin.

Li ser vê yekê Ahmet Turk got ku hûn dikarin bixwînin. Me 17 endamên meclîsa şaredariyê ya AK Partiyê sirûda neteweyî xwend, ew li cihê xwe rûniştin û beşdar nebûn.”

Piştî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî hat tohmetbarkirin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin tohmet red kir û ragihand ku di civînê de alaya Tirkiyeyê li cihê xwe bûye û sirûda neteweyî jî hatiye xwendin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê jî pişkîner şand Amedê.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dîmenên civîna Meclîsa Şaredariyê belav kir ku di holê de alaya Tirkiyê heye û sirûda neteweyî tê xwendin.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan anî ziman:

“Ji bo ku me bixin rêzê û rast bikin bila tiliyên xwe ji me re li ba nekin. Ez careke din dubare dikim, êdî siyaseta girtin, şantaj û gefê bi dawî bûye.”

Devlet Bahçelî ev tişt wekî derfetê bi kar anî û bi tohmeta dabeşkirinê daxwaza girtina DEM Partiyê kir.

“Kes naxwaze partiyekê bigire”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî got:

“Dosyeya girtina HDPyê ya ku hat bipaşxistin û bi qest hat dirêjkirin divê bi dawî bibe.

Piştre divê dor were DEMê û deriyên partiyên dabeşker werin girtin û divê di çarçoveya destûrê de vekirina bi navekî din were astengkirin.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê bersiva Devlet Bahçelî yê hevpeymanê AK Partiyê da lê di heman demê de hişyarî jî da DEM Partiyê.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç anî ziman:

“Kes naxwaze partiyekê bigire û li cem xwe ji bo girtina partiyekê dosyayê veke. Eger hûn bendên destûra bingehîn nebînin û li hemberî tundûtûjî û terorê helwestê wernegirin, hûn polîtîkayeke ku piştgiriyê dide wan bi cih bînin, bêguman hûn dê li hemberî dosyayên girtinê yên nexwestî û van rexneyan bi tenê bimînin.”

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) di hilbiajrtinên şaredariyan ên 31ê Adara de 82 şaredarî bi dest xistin.

Li gorî berpirsên partiyê, ji bo careke din qeyûman dayînin ser şaredariyan tohmet tên çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst