STENBOL - Bi îdiaya sîxurtiyê dest bi lêpirsînekê hat kirin

24-10-2025
RÛDAW
Nîşan Ekrem Îmamoglu Merdan Yanardag Sîxurtî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna sîxurtiyê ya Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de, derbarê Ekrem Îmamoglu, Necatî Ozkan û damezirînerê televîzyona Tele1ê Merdan Yanardag bi îdiaya “sîxurtiyê” lêpirsîn hat destpêkirin.

Damezirînerê televîzyona Tele1ê Merdan Yanardag îro serê sibehê hat desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Serdozgeriyê, bi rêya sepana “Stenbol ya te ye-Istanbul Senin” zanyariyên şexsî yên 4,7 milyon kesî ji bo 2 welatên biyanî hatine şandin.

Her wiha hat ragihandin ku zanyariyên 3,7 milyon kesî jî bi rêya 'darkwebê' hatine firotin.

Hat diyarkirin ku ji bo 13 kesan bi îdiayên “bidestxistina zanyariyên şexsî ya bi awayekî neyasayî” û “endamtiya rêxistina tawanê ya Ekrem Îmamoglu” biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst