CHP û doza betalkirina kongreyê, tirsa qeyûm ji holê rabû

24-10-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan CHP Kongre Doz Betalkirin Qeyûm
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Dadgeha 42yemîn a Enqereyê doza derbarê kongreya Partiya Gel a Komarî (CHP) betal kir.

Bi vê biryarê re metirsiya danîna qeyûm a li ser CHPyê jî ji holê rabû.

Parêzer û berpirsên CHPyê ev biryar bi kêfxweşî pêşwazî kir lê wan diyar kir ku hîn gelek dozên din ên derbarê partiyê û şaredariyên wê de hene.

Parêzer û berpirsên CHPyê ji ber biryara Dadgeha 42yemîn a Enqereyê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Dadgehê doza ku ji bo betalkirina kongreya giştî ya CHPyê hatibû vekirin, bi sedemên ku "delîl têrê nakin û ne di çarçoveya erkê dadgehê de ye" bi temamî betal kir.

“Armanca dozan ne kongre bûn”

Parêzerê CHPyê Çaglar Çaglayan li ser mijarê ji Rûdawê re got:

"Her wekî ku ji destpêkê ve em dibêjin, armanca dozên derbarê kongreya me ya asayî, kongreya me ya derasayî û kongreya Stenbolê ne kongre bûn.

Hinek aliyan dixwest bi destê dadgehê birêvebiriya CHPyê biguherin û dadgeh biryarê bide ka dê kî CHPyê bi rê ve bibe."

Betalkirina vê dozê, di heman demê de metirsiya danîna qeyûm a li ser CHPyê jî ji holê radike.

Parêzerekî din ê CHPyê jî diyar kir ku eger dosya biçe dadgeha bilind (îstînaf) jî dê encam neguhere.

"Biryar rê dide ku dosya here îstînafê”

Parêzerê CHPyê Tarik Burak Evîn jî wiha peyîvî:

"Biryar rê dide ku dosya here îstînafê, eger dosya here îstînafê dê dadgeha bilind lêkolîna xwe bike. Lê em bawer nakin tiştek jê derkeve. ,

Ji xwe kongreyên nû hatine kirin, delegeyên nû hatine hilbijartin. Êdî ne mumkin e biryara ku hatiye dayîn biguhere."

Her çi qasî doza li ser kongreya giştî hatibe betalkirin jî hîn li dadgehên cuda gelek dosyeyên din ên derbarê CHPyê hene.

Berpirsên partiyê hewl didin ku ew dosyeyên din jî bên girtin da ku mijara doz û dadgehan bi temamî ji rojeva partiyê derkeve.

“Raya giştî bi dozeke nehiqûqî dihat mijûlkirin”

Alîkarê Serokê Şaxa CHPyê ya Enqereyê Îbrahîm Karaca jî li ser mijarê wisa axivî:

"Demeke dirêj e ku raya giştî bi dozeke nehiqûqî dihat mijûlkirin. Biryar li partiya me pîroz be.

27, 28 û 29ê Çiriya Paşîn de jî em dê kongreya xwe ya 39emîn a asayî bikin."

Li aliyê din, dozeke din a derbarê kongreya CHPyê de bi hinceta "gendelî û bertîlê" li Dadgeha Cezayan a Enqereyê didome û rûniştina wê dozê dê 4ê meha pêşiya me were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst