Doza betalkirina kongreya CHPyê careke din hat taloqkirin

15-09-2025
Nîşan CHP Kongre Doz Bipaşxistin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina pêncemîn a doza ku bi daxwaza betalkirina Kongreya 38emîn a Asayî û Kongreya 21emîn a Awarte ya CHPyê hatibû vekirin, li 42yemîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Enqereyê hat dîtin.

Rûniştin bêyî ku ti biryar bê dayîn hat bipaşxistin.

Serokê Giştî yê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdarogluyê ku dihat îdiakirin dê wekî qeyûm bê tayînkirin neçû hola dadgehê.

Hat dîtin ku berî rûniştinê li dadgehê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê hatine girtin.

Hat taloqkirin

Doza derbarê betalkirina Kongreya 38emîn a Asayî ya CHPyê ya 4-5ê Çiriya Paşîn a 2023yan û Kongreya 21emîn a Awarte ya 6ê Nîsana 2025an, piştî guhdarîkirina aliyan heta 24ê Çiriya Pêşîn hat taloqkirin.

Çi bûbû?

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Kongreya 38emîn a Asayî ya CHPyê ya ku 4-5ê Çiriya Paşîn a 2023yan hatibû lidarxistin lêpirsîna bêusûliyê dabû destpêkirin.

Şaredarê berê yê Hatayê Lutfu Savaş û hinek delegeyan, ji bo betalkirina kongreya CHPyê ya 4-5ê Çiriya Paşîn a 2023yan li dadgehên cuda doz vekiribûn.

Dozên betalkirinê yên ku hatibûn vekirin, 14ê Sibatê di dosyaya 42yemîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Enqereyê de hatibûn yekkirin.

Dadgehê di rûniştina 30ê Hezîranê de biryar dabû ku li benda encama îtiraza li ser biryara bêerkdariyê ya doza ceza bimîne û rûniştin taloq kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst