Amarên fermî hatin: Nifûsa Tirkiyeyê çend e?

24-11-2025
RÛDAW
Nîşan TUÎK Tirkiye Nifûs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên herî dawî yên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heta 1ê Çiriya Pêşîn gihîştiye 85 milyon û 980 hezar û 654 kesan.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK), statîstîkên nifûsê yên serdemyî ku ji bo heyamên sê mehane tên amadekirin, parve kirin.

Li gorî daneyan, nifûsa ku di dawiya sala 2024an de 85 milyon û 664 hezar û 944 kes bû, di 9 mehên îsal de 315 hezar û 710 kes zêde bûye.

Her wiha di heyama 1ê Tîrmehê û 1ê Çiriya Pêşîn de jî 155 hezar û 800 kes li nifûsê zêde bûne.

Bi vî awayî, nifûsa Tirkiyeyê heta 1ê Çiriya Pêşîn gihîştiye 85 milyon û 980 hezar û 654 kesan.

Rêjeya nifûsa mêran ji sedî 50,02 (43 milyon û 3 hezar û 770 kes) û rêjeya nifûsa jinan jî ji sedî 49,98 (42 milyon û 976 hezar û 884 kes) hatiye tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst