Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) amarên nifûsa sala 2025an eşkerekirin.
Li gorî amaran, nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2025an li gorî sala berê 427 hezar û 224 kes zêde bû.
Nifûsa giştî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihîşt 86 milyon û 92 hezar û 168 kesan.
Hejmara kesên ku li navendên bajar û navçeyan dijîn wekî 80 milyon û 555 hezar û 475 kes hate tomarkirin.
Rêjeya kesên li bajaran dijîn sala 2025an derket ji sedî 93,6an.
Rêjeya kesên li gund û navçeyan dijîn jî ji sedî 6,6 daket ji sedî 6,4an.
Hejmara gundiyên li Tirkiyeyê bi rêjeya ji sedî 2,1 kêm bû û bû 5 milyon û 536 hezar û 693 kes.
Gundên herî qerebalix
Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 456 gund hene ku nifûsa wan ji 1000î zêdetir e.
Gundê herî qerebalix ê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gundê Îpekliyê yê Semsûrê ye ku 6 hezar û 681 kes lê dijîn.
Piştî wî gundê Karacaorenê yê parêzgeha Çanakkaleyê bi 6 hezar û 668 kesan û gundê Taşpinarê yê parêzgeha Semsûrê bi 6 hezar û 268 kesan tên.
Her wiha gundê Mendeyê yê parêzgeha Uşakê bi 5 hezar û 946 kesan û gundê Samanliyê yê parêzgeha Yalovayê bi 5 hezar û 696 kesan di rêzên pêş de ne.
Li gorî amarên TUÎKê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 70 gund hene ku nifûsa wan 10 kes an jî kêmtir e.
Di 3 gundan de tenê kesek qeydkirî ye.
Ew gund ev in: Gundê Kayalibaxê yê Bedlîsê, gundê Çattepeyê yê navçeya Misircê ya Sêrtê û gundê Tarlabaşiyê yê Îdirê.
Li gundê Akimliyê yê navçeya Gêxiyê ya parêzgeha Çewlîgê 2 kes dijîn.
Li gundê Maltepeyê yê navçeya Azarpêrtê ya Çewlîgê, gundê Şûkeyê yê Geverê û gundê Kalfalarê yê parêzgeha Kutahyayê nifûs tenê 3 kes e.
Her wiha li gundê Kemerliyê yê parêzgeha Şirnexê 4 kes û li gundê Cevîzduzuyê yê Şirnexê jî 5 kes dijîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse