Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Îzmîrê yê Partiya Demokrat (DP) Haydar Altintaş ji Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê derket.
Beriya niha Partiya Demokrat ragihandibû ku eger Komîsyon biryara çûna Îmraliyê bide, ew dê endamê xwe ji kar û xebatên Komîsyonê vekişîne.
Haydar Altintaş diyar kir ku wî ligel serokê partiya xwe gotûbêj kiriye û di encamê de biryara derketinê hatiye dayîn.
Haydar Altintaş got, “Hêvîdar im ku ziayreta giravê wîjdana miletê me neêşîne. Em dibêjin bi terorîstan re bazar nabe."
"Ma hûn dê Ocalan meşrû bikin?"
Haydar Altintaş hinek pirsên tund kirin û got, "Ma niha hûn dê çi biaxivin? Ji xwe tiştê ku dixwaze dibêje.
Ma dê li Îmraliyê maseya lihevkirinê bê avakirin? Gelo dixwazin Ocalan û PKKyê rewa bikin?
DEM Partî daxwazên xwe rêz dike û li ser mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û birêvebiriya federal dest bi nîqaşan dike, ev nabe.”
Endam daketin 50yî
Li aliyê din, CHP ji bo çûna Îmraliyê dengê “Na” bi kar anî lê ew dê tevlî kar û xebatên Komîsyonê bibe.
Bi vekişîna endamê DPyê re hejmara endamên Komîsyonê daket 50 kesî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse