Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê vê hefteyê dê mazûvaniya nûnerên saziyên ramanê û navendên lêkolînan bike.
Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê dê 12emîn civîna xwe 24ê Îlonê saz bike.
Nûnerên saziyên ramanê û navendên lêkolînan dê beşdarê 12emîn civîna Komîsyonê bibin û dê nerîn û pêşniyarên xwe yên derbarê pêvajoyê de pêşkêş bikin.
Di çarçoveya pêşniyar û daxwazên endamên Komîsyonê de qonaxa guhdarkirinê berdewam e lê piraniya endamên komîsyonê behsa wê yekê dikin ku êdî divê komîsyon derbasî qonaxa sererastkirinên yasayî bibe.
Li gorî ku hatiye ragihandin, piştî temamkirina qonaxa guhdarkirinê dê nerîn û pêşniyarên yasayî bên amadekirin.
Hefteya borî di civîna 11emîn de ji ber gotinên Alîkarê Serokê Komeleya ITTIHADê Mehmet Beşîr Şîmşek alozî derketibû û endamên DEM Partiyê jî demekê ji civînê derketibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse