Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslanê xwest ku girtiyên nexweş ên di girtîgehan de bên berdan.
Newrozê di civîna çapemeniyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de behsa rewşa girtiyên nexweş kir û diyar kir ku ew nikarin tedawî bibin.
Parlamenter Newrozê daxwaz kir ku girtiyên nexweş bên berdan û destnîşan kir ku divê lijneya çavdêriya îdarî bê rakirin.
Ferît Şenyaşar bal kişand ser rewşa Meletiyê
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî got ku ji ber qeşayê zerereke mezin li bexçeyên mişmişan ên li Meletiyê çêbûye.
Şenyaşar anî zimên ku mişmiş hem ji bo Meletiyê û hem jî ji bo Tirkiyeyê berhemeke stratejîk e.
Şenyaşar diyar kir ku ji sedî 20ê mişmişên hişk ên cîhanê li Meletiyê tên hilberandin.
Wî got ku wan seriyek daye cotkarên mişmişan ên ku ji ber qeşayê ziyan dîtiye.
Şenyaşar da zanîn ku qeşayê li Meletiyê û navçeyên wê bandor li nêzîkî 15 milyon darên mişmişan kiriye.
Wî destnîşan kir ku cotkarên mişmişan ên li Meletiyê li benda ragihandina piştgiriya Wezareta Çandinî û Daristanê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse