Bodrum (Rûdaw) - Li navçeya Bodrumê ya parêzgeha Muglayê keleka koçberan bin av bû û di encamê de 2 ji wan zarok 17 kes xeniqîn.
Li navçeya Bodrumê ya Muglayê şeva 24ê Çiriya Pêşîn keleka ku koçber bi qaçaxî vediguhastin Girava Kosê ya Yunanistanê bina v bû.
Di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de termê 17 kesan hat dîtin ku 16 ji wan koçber û yek jî qaçaxcî bû.
Ji kelekê tenê 2 koçber bi saxî hatin rizgarkirin.
Li ser agahdarkirina koçberekî Efxan ku piştî 6 saetan avjenî xwe rizgar kiribû, tîmên Ewlehiya Peravê ya Muglayê çûn cihê bûyerê û li herêma Ortakentê dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kir.
Daristana Alî Kelle û Perava Kabakumê ya Bodrumê ew cih in ku termê 5 koçberan lê hatin dîtin.
"Qaçaxcî bûne bazirganên mirovan"
Şahidê bûyerê Leventê ku xelkê herêmê ye wiha behsa wê şevê dike:
“Beriya sibehê me dît ku tîmên ewlehiyê dest bi xebatên lêgerînê kiriye. 4-5 bot hebûn.
Me termê 3 kesan di nav avê de dît. Car caran komên 20-25 kesî li botan siwar dikin û ji ber giraniyê di avê de dixeniqin.
Qaçaxcî bûne bazirganên mirovan, tim penaberan dixapînin. Yanî li keleka ku divê 5 kes lê siwar bibin, 15 kesan siwar dikin. Paşê jî rewş diyar e.”
Li gorî daxuyaniya fermî ya Parêzgariya Muglayê, bûyer 10 deqîqeyan piştî ku keleka koçberan ji Bodrumê ber bi Girava Kosê ya Yunanistanê bi rê dikeve, diqewime.
Navbera Girava Kosê û Bodrumê derdora 15 kîlometre ye.
Welatiyê ji herêmê Selamî Şahîn jî got, “Piranî ji herêma Akyarlarê derbasî aliyê Yunanistanê dibin. Lewra pir nêzîk e.
Êdî ev kar bûye bazirganî. Nasekî min got, qaçaxcî serê her penaberekî 4 hezar dolarî distînin. Heyf e.”
2 zarok jî hene
Li gorî agahiyên medyaya herêmî, di nav qurbaniyan de 2 zarok û jin jî hene û koçber Efxan in.
Lê derbarê nasnameya koçberan de ti agahiyeke fermî nehatiye belavkirin.
Rojnamegerê Kurd Selçuk Arslan diyar kir ku penaber li nav bajêr xuya nakin û ew ji aliyê qaçaxciyan ve bi awayekî veşartî ji deverên din tînin Bodrumê û ji wir tên şandin.
Rojnameger Selçuk Arslan got, “Li cihê ku bûyer çêbûye beriya 4-5 salan pir penaber diçûn Yunanistanê û dihatin.
Hefteyê carekê an du caran li van deran operasyon çêdibe û penaber tên girtin.
Tu li navçeya Bodrumê çiqasî bigerî nayên xuyakirin. 4-5 sal berê li sûkê dihatin dîtin.”
Termê 17 kesan ji bo otopsiyê rakirin Saziya Bijîşkiya Dadî ya Muglayê hatin şandin.
Hat ragihandin ku eger di nava 15 rojan de xizmên wan serî li saziyê nedin, dê term li Goristana Bêkesan bên veşartin.
Îsal 57 koçber xeniqîne
Li gorî Fermandariya Ewlehiya Peravê ya Tirkiyeyê, di 10 mehên îsal de li ser deryayê 651 bûyerên koçberiya qaçax qewimîne û di wan bûyeran de 57 koçber xeniqîne.
Deryaya Egeyê, beravên Bodruma Muglayê ku beriya 10 salan jî ji sembola trajediya penaberên Sûriyeyî û Rojavayê Kurdistanê ji Alan Kurdî û bi hezaran koçberan re bûbû goristan, niha jî ji 17 koçberan re bû goristan.
Penaber bi xewn û xeyala gihîştina welatên Ewropayê, dixwestin ji sînorê Tirkiyeyê derbasî Girava Kosê ya Yunanê bibin lê ev hewla wan neçû serî, belema wan di nava 10 deqiqeyan de bin av bû.
Tevî ku ji ser mirina Alan Kurdî re 10 sal derbas bûbe jî ew trajedî, bobelat û pirsgirêkên koçber û penaberan bidawî nayên.
Civata navnaeteweyî jî ji xwe ji pirsgirêka penaberan re ker û lal dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse