Davutoglu: Tirkiye bi biryarên Bahçelî tê birêvebirin

25-11-2020
RÛDAW
Nîşan Ahmet Davutoglu Devlet Bahçelê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Pêşerojê dibêje, “2 sal e hikûmeta Tirkiyê bi biryarên Bahçelî tê birêvebirin.”

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu beşdarî bernameyek televîzyonê bû û ragihand, “2 salên dawî hemû biryar ji aliyê serokê MHPê Devlet Bahçelî ve tên wergirtin” û Erdogan pirsî, “Kî welat birêve dibe?”

Endamê Komîteya Şêwirmendî ya Bilind a Serokomariya Tirkiyê Bulent Arinç ji ber rexne li girtina Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş û karsaz Osman Kavala girtibû, rastî nerazîbûneke tund a Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPê Devlet Bahçelî hatibû.

Piştî vanbertan Bulent Arinç duh bi daxuyaniyeke fermî destjikarberdana xwe aşkere kiribû. Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li ser vê mijarê got, “Arinç serokatiya parlamentoyê kiriye, beriya her tiştî di Komîteya Bilind de ye. Bi nasnama AKPê li wê derê nîne.”

Ahmet Davutoglu dibêje, piştî derbasbûna bo sîstema Hikûmeta Serokomariyê, “ biryar ji aliye Bahçelî ve tên wergirtin” û got, “Ji bilî van rexneyên Bahçelî, rolek wî heye ku wezîrên AK Partiyê eleqedar dike.”

Davutoglu diyar dike, di sîstema nû de  ka dê dest ji karberdana kê bê sekinandin,  dest ji karberdana kê dê bê pesendkirin, kî dest ji kar berde, kî bê darizandin “biryara dawîn Bahçelî dide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst