Mehmet Ocalan: Ocalan gotiye, Kurd li Rojavayê çekan danaynin

15-07-2025
RÛDAW
Nîşan Abdullah Ocalan Rojavayê Kurdistanê Mehmet Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Ocalanê birayê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan da zanîn ku di hevdîtineke li
Girava Îmraliyê de Abdullah Ocalan gotiye, “Kurd li Rojavayê Kurdistanê ti carî çekan danaynin, Kurdan ew erka ku li ser wan bûye bi cih anîne.”

Mehmet Ocalan di hevpeyvîneke taybet a ji bo kanala nêzîkî PKKyê Medya Haberê de diyar kir ku birayê wî Abdullah Ocalan jê re gotiye:

“Me ew erka ku li ser me bû bi cih anî.

Kurd li Rojavayê Kurdistanê qet çekan danaynin. Li hemberî wan DAIŞ heye, li aliyekî din jî Tirkiye heye.

Heger pêwîst bike, HSD dikare li Tebqeyê Komara Demokratîk a Sûriyeyê ragihîne.”

Mehmet Ocalan her wiha destnîşan kir ku Abdullah Ocalan jê re daye zanîn:

“Ehmed Şer serokê DAIŞê ye, ne diyar e sibe dê çi bike.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku ji parêzerên Abdullah Ocalan pêk tê berê di daxuyaniyekê de amaje pê kiribû ku 7ê Tîrmehê Mehmet Ocalan û parêzer Mazlum Dînç bi serdaneke malbatî çûne Girtîgeha Girava Îmraliyê û Abdullah Ocalan dîtiye.

Buroyê ti agahî derbarê naveroka serdanê belav nekiribûn.

Piştî belavbûna gotinên Mehmet Ocalan li ser torên civakî, Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê 14ê Tîrmehê li ser tora civakî ya Xê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de behsa belavbûna çend nûçeyên sexte yên derbarê hevdîtina li Îmraliyê hat kirin û hat gotin:

“Ji bilî wan agahiyên ku ji aliyê Heyeta me ve tên pêşkêşkirin, divê bawerî bi ti belge û zanyariyên berovajîkirî an jî bêbingeh neyên kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst