ÎYÎ Partî tevlî komîsyona pêvajoya çareseriyê nabe

26-07-2025
RÛDAW
Nîşan ÎYÎ Partiyê Pêvajoya Çareseriyê Komîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu ragihand ku ew beşdarî komîsyona pêvajoya çareseriyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê nabin û got, “Em dê di nav ti çalakiyên ku daxwaz û bendewariyên kujerê li Îmraliyê û rêxistina wî ya destbixwîn rewa bike de cih negirin.”

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş doh nivîseke fermî ji partiyên xwedî kom ên li Parlamentoya Tirkiyeyê re şandibû û ji wan xwestibû ku heta 31ê Tîrmehê ji bo komîsyona pêvajoya çareseriyê endamên xwe diyar bikin.

Kurtulmuş ji ÎYÎ Partiyê xwestibû ku 3 endamên xwe ji bo komîsyonê diyar bike.

Serokê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu piştî vê daxwazê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî helwesta partiya xwe eşkere kir û ragihand ku ew tevlî komîsyonê nabin.

Musavat Dervîşoglu amaje pê kir ku komîsyona bi banga Serokê Parlamentoyê tê avakirin ne yek ji komîsyonên fermî yên di destûrê yan jî rêziknameya Parlamentoyê de ye û ew wekî “destpêşxeriyeke nefermî û siyasî” bi nav kir.

Dervîşoglu rexne li wê yekê jî girt ku di nameya Serokê Parlamentoyê de derbarê armanca komîsyonê, awayê diyarkirina rojeva wê û rêbazên xebata wê ti agahiyên zelal nînin û got:

“Gelo ev komîsyon dê biryaran bide? Eger bide, dê bi kîjan rêjeyan bide?

Li ser mijarên bingehîn ên wekî ka dê biryar bi piraniya asayî yan jî bi piraniyeke xurt bên wergirtin tiştek nehatiye gotin.”

Serokê ÎYÎ Partiyê her wiha anî ziman:

“Me berê jî diyar kiribû ku em dê tevlî ti çalakiyên ku daxwaz û bendewariyên kujerê li Îmraliyê û rêxistina wî ya destbixwîn rewa bike, nebin.

Lewma, ez careke din ji raya giştî re radigihînim ku em wekî ÎYÎ Partiyê dê di vê komîsyonê de cih negirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin