Bahçelî: Dixwazin li bakurrojhilatê Sûriyeyê Îsraîla duyem ava bikin

26-09-2025
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî HSD Rojavayê Kurdistanê Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê îdia kir ku Amerîka û Îsraîl hewl didin li bakurrojhilatê Sûriyeyê "Îsraîla duyem" ava bikin û ji ber wê jî nahêlin HSD tevlî pêvajoyê bibe.

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ragihand ku Amerîka, Îsraîl û welatên Rojava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) sîr dikin (tehrîk dikin) û manîpule dikin da ku tevlî pêvajoyê nebe.

Devlet Bahçelî di hevpeyvîna bi rojnameya Turkgunuyê re behsa pêvajoya çareseriyê kir. 

"Hewl didin Îsraîla duyem ava bikin"

Bahçelî behsa rewşa Sûriyeyê ya piştî rûxîna rejîma Esed kir û got, "Birêvebiriya nû ya Sûriyeyê ya bi pêşengiya Ehmed Şer, daxwaza xwe ya ku bibe komareke demokratîk, ne dewleteke îdeolojîk ragihand."

Serokê MHPyê îdia kir ku tevî van daxuyaniyan, gelek aktor, bi taybetî Îsraîl, hewl dide ku herêmên peravên Deryaya Spî, başûr û bakurrojhilatê Sûriyeyê tevlihev bikin.

Wî got, "Ev aktor bi hemû hêza xwe hewl didin ku li bakurrojhilatê Sûriyeyê Îsraîla duyem ava bikin û gelê herêmê bikin koleyên xwe."

"HSDyê li dijî pêvajoyê sîr dikin"

Serokê MHPyê amaje bi rola Amerîka, Rojava û Îsraîlê kir û got, "Ew HSDyê sîr û manîpule dikin da ku tevlî pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' a ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye nebe.

Ji bo gefxwarina li ewlehiya neteweyî û mafên serweriyê yên Tirkiyeyê, dev ji piştgirîkirina wan derdoran bernadin.”

Devlet Bahçelî di dawiya axaftina xwe de operasyonên berê yên Tirkiyeyê bi bîr xistin û got ku ew kesên ku li dijî pêvajoyê ne, ji "Tirkiyeya Bêteror" a ku dê herêmê aram bike nerazî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst