DEM Partî helwesta xwe ya li ser vekişîna PKKyê eşkere dike

26-10-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Vekişîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) dê li ser biryara vekişîna PKKyê sibe li Otela Hiltonê ya Enqereyê civîneke çapemeniyê li dar bixe.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) îro ragihand, ji bo ku “pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” bigihînin qonaxa duyemîn, “hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin”.

PKK ji bo ku pêşî li pêvajoya çareseriyê veke, “gava xwe ya dîrokî” li quntara Qendîlê bi civîneke çapemeniyê ragihand.

Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Sabrî Ok, Endama Fermandariya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Vejîn Dêrsim a ku ji Bakurê Kurdistanê çûye Qendîlê, Endamê Konseya Fermandariya HPGyê Devrîm Palu û 25 gerîla tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan dê sibe saet 11:00an li Otela Hiltonê ya Enqereyê daxuyaniyekê bidin.

Tê payîn ku DEM Partî di civînê de piştî gava "vekişînê" xetên sereke yên siyaseta ku dê bişopîne bi raya giştî re parve bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst