Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsekî PKKyê ragihand, eger îdareya “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bimîne ew dê şervanên xwe vekişînin.
Berpirsekî Partiya Karkerêm Kurdistanê (PKK) ji Reutersê re got:
"Înîsiyatîveke ku birêvebirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixe destê HSDyê yan jî eger serokatiya hevbeş hebe, dê ev bibe sedem ku em hêzên xwe ji herêmê vekişînin."
Berpirsê ku li Qendîlê ye, da zanîn eger hêzên wan ji Sûriyeyê vekişin ew dê ji dûr ve çavdêriya rewşê bikin û eger pêwîst bike, ew dê li dijî hêzên Tirkiyeyê helwestê nîşan bidin.
Li gorî wî berpirsî, paşeroja Sûriyeyê dê piştî 20ê vê mehê dê were diyarkirin ku Donald Trump dê dest bi peywira xwe bike.
Tirkiye bi salan e êrişî Rojavayê Kurdistanê dike û demên dawiyê “hebûna şervanên biyanî” dike hincet.
Doh jî li Bendava Tişrînê di êrişeke Tirkiyeyê de 6 sivîlan canê xwe ji dest da.
Tirkiyeyê dixwaze Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nemîne ku pêkhateya sereke ya HSDyê ye.
Lê Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de HSDyê wekî hevpeymana xwe ya sereke dibîne.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî berê ragihandibû ku eger agirbest pêk were ew dikarin “şervanên ne Sûriyeyî” ji Rojavayê Kurdistanê bişînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse