Li dilê Enqereyê, çirayeke çanda Kurdî hat pêxistin

26-10-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Endamên Navenda Çanda Anatoliayayê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Endamên Navenda Çanda Anatoliayayê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Navenda Çanda Anatoliayayê DEM Partî Navenda Çanda Mezopotamyayê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li Enqereyê piştî demeke dirêj, Kurd ji bo merasima vekirina navendeke çand û hunera Kurdî li hev civiyan.

Navenda Çanda Anatoliayayê, wekî şaxeke Navenda Çanda Mezopotamyayê, li Enqereya paytexta Tirkiyeyê deriyên xwe vekir.

Zarokê Kurd û Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari bi hev re qurdêleya vekirinê birî.

Merasîma vekirinê bi coşeke mezin derbas bû. Kurdên li Enqere û Anatolyaya Navîn, hevserokên DEM Partiyê û gelek nûnerên saziyên civaka sivîl di merasimê de amade bûn.

Zarokên Kurd jî wekî sembola paşerojê beşdarî vê kêfxweşiyê bûn.

Endama Navenda Çanda Anatoliayayê Zelal Angayê got,"Em îro gelekî kêfxweş in, gelekî serbilind in.

Tevî hemû zext û zordariya heyî jî, me karî bi xebateke baş û hevpar navenda xwe vekin."

Endama Navenda Çanda Anatoliayayê Rozerin Baltaşê jî got, "Em gelekî bi coş û kelecan in. Ji ber ku ji sala 1992yan heta niha li vir karê Nevenda Çanda Mezopotamyayê nehatibû meşandin.

"Karekî gelekî pîroz e"

Em dê bi beşdariya xelkê xwe karên xwe yên çand û hunerî bimeşînin, loma jî em gelek bi kelecan in."

Vekirina vê navendê di demekê ye ku piraniya navendên Kurdan li Enqereyê piştî hewla derbeya 15ê Tîrmehê bi biryarnameyan hatibûn girtin.

Bi nermbûna atmosfera siyasî û destpêka "pêvajoya çareseriyê" re Kurdan careke din dest bi vekirina navendên xwe kiriye.

Hunermend Nevroz Soylemez jî got, "Karekî gelek pîroz e. Em dikarin bêjin hinekî dereng ma lê gaveke gelek baş e.

Çi ji destê me bê em dê alîkar bin. Pîroz be, li ser xêrê be."

Mamosteya navendê Asmînê Kurdiyê jî got, "Ez gelekî kêfxweş im. Ji ber ku em dê karibin ji bo zimanê xwe, çanda xwe karekî li vir bimeşînin."

Navenda Çanda Anatoliayê wekî beşek ji Navenda Çanda Mezopotamyayê hate vekirin. Di merasimê de keda kesên wekî Musa Anter, Îsmaîl Beşîkçî û kadroyên yekem ên Navenda Çanda Mezopotamyayê jî hat bibîranîn

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst