Li Stenbolê êriş, 7 kes birîndar bûn

27-05-2025
Nîşan Stenbol Êriş Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê madeyeke teqîner avêtin kargehekê û 7 kes birîndar bûn.

Hinek kesan şeva borî li Kolana Parkê ya Taxa Hurriyetê ya navçeya Kagithaneyê bi madeyên teqîner êrişî kargehekê kir ku wekî restorant û barê dihat bikaranîn.

Di êrişê de bi tevahî 7 kes birîndar bûn ku birînên 3yan ji wan giran in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşaneyên cuda hatin.

Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin û polîsan ji bo desteserkirina gumanbaran dest bi xebatê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst