HDPê ji bo çekên kîmyayî banga lêkolîneke navdewletî kir

27-10-2022
RÛDAW
Nîşan HDP Saruhan Oluç Çekên Kîmyayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Serokê Koma HDPê Saruhan Oluç, li Parlamentoya Tirkiyê ji bo îdiayên bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve banga lêkolîneke navdewletî kir.

Saruhan Oluç li Parlamentoya Tirkiyê derbarê çekên kîmyayî de axivî û got: “Em dibêjin; eger rewşeke wiha hebe, ev hatibe bikaranîn, tiştên wiha hatibin kirin, bila ev bên lêkolînkirin. Ev mijareke cidî ye, ji ber peywendiya vê mijarê ne tenê bi desthilatê ve heye, em li ser mijareke diaxivin ku peywendiya wê bi dewletê re.”

Oluç bang kir ku divê îdiayên bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê saziyên navdewletî ve bên lêkolînkirin û got: “1937-1938 Dêrsîm; Li Dêrsîmê bi deh hezaran Kurdên Elewî hatin kuştin. Piştî 50 sal di ser re derbas bûn, heta 52 sal, Îhsan Sabri Çaglayangil bîranînên xwe nivîsandin, pirtûk derket. Îhsan Sabri Çaglayangil piştî 52 salan çi digot? Digot; `Ez encamê dibêjim, van qebûl nekirin, xwe spartibûn şikeftan û artêşê gaza bi jehr bikar anî, di deriyê şikeftan re ew wek mişkan jehrî kirin û ji 7 salî heta 70 salî Kurdên Dêrsîmê qir kirin, tevgereke bi xwîn bû.` Piştî 50 salan li Tirkiyê ev hatin axavtin. Em jî dibêjin,  em 50 salî ranewestin, eger hebe em niha biaxivin, eger xeletiyek hatibe kirin em hemû bi hev re asteng bikin.”

Parlamentera HDPê ya Edenê Tulay Hatimogullari jî got: “Pisporê çekên kîmyayî yê Neteweyên Yekbûyî Dr. Jan Van Aken li Herêma Kurdistanê lêkolîn kirin. Wî got ‘gelek nîşaneyên bikaranîna çekên kîmyayî hene û divê lêkolînek bê kirin. Ez dê raporekê amade bikim û bidim hikûmeta Almanyayê. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku ‘li ba wan çekên kîmyayî nînin.’ Em dixwazin bang li hêzên navdewletî û saziyên peywendîdar bikin. Bila komîsyoneke serbixwe û bêalî bê avakirin û li cihê bûyerê lêkolînê bike. Divê Wezîrê Berevaniya Netewî bi xwe vê mijarê bişopîne.”

Wekîlê Serokê Koma AKPê ya Parlamentoyê Mehmet Emin Akbaşogulları bersiva îdiayên HDPê da û got, “Ev çek ne li ba Artêşa Tirkiyê heye û ne jî hatiye bikaranîn. Ev berovajîkirin e, planeke çêkiriye ku Tirkiyê di asta hiqûqa navdewletî de dike rojev.”

Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê leşkerî yê PKKê roja 18ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihandibû, artêşa Tirkiyê di êrîşên xwe yên li dijî wan de çekên kîmyayî bi kar anîne û 17 gerîlayên wan di encama wan êrîşên kîmyayî de canê xwe ji dest dane.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya çend rojan jî derbarê îdiayê de daxuyaniyek dabû û banga lêkolînê kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst