Li Tirkiyeyê xercên pasaport û ehliyetan tên zêdekirin

27-11-2025
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Pasaport Ehliyet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 1ê Kanûna Paşîn a 2026an ve bacên fermî û xercên pasaport, ehliyet û cezayên trafîkê bi qasî ji sedî 25,49 tên zêdekirin.

Wezareta Xezîne û Darayiyê ya Tirkiyeyê, îro biryarên nû di Rojnameya Fermî de weşandin.

Di serî de pasaport, xizmetên ku ji aliyê dewletê ve tên kirin û bac û cezayên tên wergirtin li gorî Rêjeya Nirxandina ji Nû ve tên zêdekirin ku ew jî wekî ji sedî 25,49 hat diyarkirin.

Bihayên nû yên pasaportan

Li gorî bihayên nû ji 1ê Kanûna Paşîna 2026an ve xerciyên pasaportan wiha dibin:

  • Pasaporta 6 mehî: Ji 2 hezar û 359 lîreyan derdikeve 2 hezar û 960 lîreyan.
  • Pasaporta salekê: Ji 3 hezar û 449 lîreyan derdikeve 4 hezar û 328 lîreyan.
  • Pasaporta 2 salan: Ji 5 hezar û 631 lîreyan derdikeve 7 hezar û 66 lîreyan.
  • Pasaporta 3 salan: Ji 8 hezar lîreyan derdikeve 10 hezar û 39 lîreyan.
  • Pasaporta 10 salan: Ji 11 hezar û 274 lîreyan derdikeve 14 hezar û 147 lîreyan.

Her wiha bihayê deftera pasaportê jî ji hezar û 135 lîreyan bo hezar û 424 lîreyan hat zêdekirin.

Ehliyet û qeydkirina telefonan

Bihayê ehliyetan jî hat zêdekirin. Xerciya ehliyeta A (motorsîklet) wekî 2 hezar û 363 lîre, xerciya ehliyeta B (otomobîl) wekî 7 hezar û 126 lîre hatiye diyarkirin.

Tê çaverêkirin ku xerca derketina derveyî welat jî ji hezar lîreyî bibe hezar û 250 lîre.

Baca qeydkirina telefonên ku ji derveyî welat tên anîn jî ji 45 hezar û 614 lîreyan derdikeve 57 hezar û 241 lîreyan.

Rêjeya cezayên trafîkê jî dê bi rêjeya ji sedî 25,49 bên zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst