Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Leoyê XIV. ji bo hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re çû Enqereyê.
Balafira Papa Leo, demjimêr 12:23yan li Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê danî.
Papa li balafirgehê ji aliyê Wezîrê Çand û Geştyariyê Mehmet Nurî Ersoy û rayedaran ve hat pêşwazîkirin.
Tê plankirin ku Papa di nava rojê de here ser gora Mustafa Kemal Ataturk û pişt re li Kuliyeya Serokkomariyê bi Erdogan re bicive.
Bernameya Papa
Vatîkanê hûrgiliyên serdana çarrojî ya Papa belav kirin.
Papa dê bi Serokkomarê Tirkiyeyê re bicive û pişt re here Enqere, Stenbol û Îznîkê.
Papa Leo mîna Papayên berê dê şemiyê Mizgefta Sultan Ahmetê ziyaret bike.
Pişt re dê here Dêra Suryanî ya Ortodoks a Mor Efremê û dûv re bi Patrîkê Fenerê yê Rûm Bartholomeos re bicive û daxuyaniyeke hevbeş îmze bikin.
Papa heman rojê li Volkswagen Arenayê merasîmeke olî ya mezin saz bike ku dê bi hezaran kes beşdarî bibin.
Papa dê roja dawî ya serdana xwe, beşdarî merasîmeke olî ya li Katedrala Apostolî ya Ermeniyan bibe.
Papa Leo dê yekşemê piştî nîvro ber bi Beyrûta paytexta Libnanê ve bi rê bikeve.
#WÊNE - Papa li Enqereyê ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 27, 2025
🛑 Balafira Papayê Vatîkanê Papa Leo li Balafirgeha Esenbogayê danî
📸AA pic.twitter.com/cPVBHykKoQ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse