Li Tirkiyeyê pêla jehrîbûnê: Karkerên Kurd behsa wê rojê dikin

28-11-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Bijehrêketin Enqere Karker Kurd
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê di van demên dawî de bûyerên bijehrêketinê zêde bûne.

Rojane nûçeyên jehrîbûnê ji bajarên cuda tên û xelkê radikin nexweşxaneyan.

Herî dawî li Enqereyê 154 kesên ku li cihên cuda dixebitin lê ji heman xwaringehê xwarin xwestine, rakirin nexweşxaneyê.

Di nav wan de 16 karkerên Kurd jî hene û rewşa wan baş e.

Emîn Tokdemîr yek ji wan karkeran e û bi gotina wî xwarina wan sawar û mirîşk bûye.

Emîn piştî wergirtina çareseriya bijîşkî vegeriyaye mala xwe û rewşa wî baş e.

"Min çavê xwe li nexweşxaneyê vekir"

Karker Emîn Tokdemîr behsa serpêhatiya xwe kir û got:

"Xwarina nîvro derdora saet 12:00an hat, em çûn xwarinê. Xwarina me sawar, donera mirîşkan, şorbe û dew bû.

Min xwarin xwar, min nimêja nîvro kir û ez çûme ser kar. 10-15 xulekan şûn de, min xwê da û ez vereşiyam. 5 xulek derbas bûn careke din ez vereşiyam.

Kurê xaltiya min bi min re bû, em di qata 5an a jêrzemînê de bûn, got 'Tu cemidî.'

Ez derketim jorê, dema ez hatim ber tavê ez careke din vereşiyam û êdî ez bêhiş bûm. Min çavê xwe vekir ez li nexweşxaneyê bûm û serum ji min re girê dabûn."

"Em dê giliyê şirketê bikin"

Ercan Karaagaç jî berpirsê wan karkerên Kurd e yên ku bi jehrê ketine û di heman demê de kurê wî jî ji ber heman xwarinê rakirine nexweşxaneyê.

Bi gotina wî, hemû karkerên Kurd ji nexweşxaneyê derketine û rewşa wan baş e. Ew dê derbarê şirketa ku xwarin dabîn kiriye gilî bikin.

Berpirsê karkeran Ercan Karaagaç wiha axivî:

"Vê şirketa ku em pê re kar dikin ji me re xwarin ji şirketeke din dianî. Salek û nîv e ew xwarina me tînin me tiştekî wisa nedîtibû.

Car caran gazinên me yên biçûk ji xwarinê hebûn, me ji wan re digot û çareser dikirin.

Vê carê jî sawar û goştê mirîşkan anîbûn, karkerên me jî xwarine. Di nav yên bi jehrê ketine de 4 xizmên min in."

"Xwarin dihat bêhn jê dihat"

Karker Yusuf Karaagaç jî diyar kir ku xwarinê bêhn dida lê ji neçarî xwarine û got:

"Xwarina me her car ji heman cihî dihat. Ji xwe dema xwarin hat bêhn jê dihat lê me guh nedayê, em birçî bûn û me jî xwar.

Piştî xwarinê saet derdora sisêyan em aciz bûn. Ji xwe xwarin her car ji heman cihî tê, hinek caran bêhna wê ne xweş e, ne paqij e, şirînahiyên xerab dişandin lê me pir guh nedidayê lê ew xwarin vê carê bû karesata me."

Piştî ku 154 kes bi heman xwarinê bi jehrê ketin dest bi lêpirsînê hat kirin û heta niha xwediyê şirketa xwarinê tevî karmendên wî hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst