Berbijêrê CHPyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê diyar bû

29-01-2024
RÛDAW
Nîşan CHP Şaredariya Îzmîrê Tunç Soyer Cemîl Tugay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê diyar bû.

Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHPyê ya ku ji bo diyarkirina berbijêrên şaredariyên Îzmîrê civiyabû bi dawî bû.

Li gorî vê yekê di lîsteya ku pêşkêşî Meclîsa Partiyê hat kirin de navê şaredarê navçeya Karşiyakayê Cemîl Tugay ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê hat diyarkirin.

Li ser vê yekê Şaredarê Bajarê Mezin a Îzmîrê yê CHPyî Tunç Soyer ku li bende bû dîsa bibe berbijêr, wê careke din wekî berbijêr neyê destnîşankirin û li şûna wî Cemîl Tugay hatiye destnîşankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin