Baroya Amedê çû serdana Selahattîn Demîrtaş

29-05-2025
RÛDAW
Nîşan Baroya Amedê Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Baroya Amedê li Girtîgeha Edîrneyê çû serdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.

Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Serokê Baroyê Abdulkadîr Guleç û Endamê Desteya Birêvebir a Baroyê Zulkuf Ergîn îro li Girtîgeha Edîrneyê çûn serdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli.

Baroya Amedê li ser serdanê anî ziman:

“Girtina neheq ku ev demeke dirêj e berdewam dike, hem li dijî serweriya hiqûqê û hem jî li dijî mafên mirovan ên cîhanî ye.

Ji bo ku pêvajo veguhere aştiyeke mayînde û çareseriyê, berdana hemû girtiyên siyasî hem neçarî hem jî gaveke ku dê baweriyê zêdetir bike.

Dadmendî tenê bi azadî û wekheviyê mumkin e.”

Demîrtaş ku di heman demê de endamekî Baroya Amedê ye bi destnivîsa xwe peyamek şand û anî ziman:

“Ez bi vê wesîleyê ji hemû hevkarên xwe yên Baroya Amedê û gelê Amedê re hezkirinên xwe yên tijî hesret dişînim.

Hêvî dikim ku em di siberojên azad de hev bibînin.”

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demirtaş ji sala 2016an ve di çarçoveya Doza Kobaniyê de bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji Tirkiyeyê xwestiye ku Demîrtaş were berdan jî heta niha ew nehatiye berdan.

Selçuk Mizrakli di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de li ser lîsteya HDPyê li Amedê ji sedî 62yê dengan bi dest xistibûn û bûbû serokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê.

19ê Tebaxa 2019an ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve ji erkê xwe hatibû dûrxistin û piştre li şûna wî qeyûm hatibû danîn.

Ji 21ê Cotmeha 2019an ve bi hincetên siyasî hatiye girtin û di girtîgehê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst