Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Birêvebir a Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr bi mercê kontrola dadî hat berdan ku bi tohmeta “endamtî û propagandaya rêxistinê” hatibû girtin.
Endamê Desteya Birêvebir a Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr di çarçoveya lêpirsînele Serdozgeriya Komaraê ya Stenbolê de bi hinceta “endamtî û propagandaya rêxistinê” hatibû girtin.
Rûniştina yekem a doza Firat Epozdemîr li 24emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat kirin.
Dozger di dozê de daxwaz kir ku girtîbûna Firat Epozdemîr berdewam bike lê dadgehê biryar da ku bi mercê kontrola dadî were berdan.
Rûniştna din a dozê ji bo 16ê Îlona 2025an hat bipaşxistin.
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê “xebatên PKK/KCKyê” ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatibû destpêkirin, 23ê Kanûna Paşîn a 2025an dema Firat Epozdemir ji Civîna Parêzvanên Konseya Ewropayê vedigeriya li Balafirgeha Stenbolê hatibû desteserkirin.
Epozdemîr piştî lêpirsînê 25ê Kanûna Paşîn bi tohmeta “propaganda û endamtiya rêxistina çekdarî” ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse