PWK: Em êrişa nijadperestî ya li dijî karkerên Kurd şermezar dikin

29-08-2025
RÛDAW
Nîşan PWK Karker Êriş Nîgde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragihand ku ew êrişa nijadperestî ya li dijî karkerên Kurd a li Nîgdayê şermezar dikin.

Karkerên demsalî yên ji navçeya Sêweregê ya Rihayê, li navçeya Borê ya Nîgdeyê rastî êrişeke nijadperestan hatin û di encamê de çend karkerên Kurd birîndar bûn.

PWK bi daxuyaniyekê ev êriş şermezar kir û got, “Ev êriş, encama siyaset û helwesta dewleta Tirkiyeyê ye ya ku li ser dijminatiya Kurdan tê meşandin.”

PWKyê bal kişand li ser nijadperestiya li dijî Kurdan û got:

“Divê nijadperest baş zanibin ku miletê Kurd ev 100 sal in li hemberî siyaseta nijadperestî, înkar, îmha û dijminatiyê serê xwe netewandiye û ji îro pê ve jî dê netewîne.”

“Ji bo nijadperest bê ceza nemînin bila gavên pêwîst bên avêtin”

PWKyê xwest ku êrişkar bêne cezakirin û got:

“Em bangî rayedarên dewleta Tirkiyeyê dikin ku demildest wan êrişkaran bigirin û cezayê pêwîst bidin wan.

Em bangî hemû kes û aliyên gelê Tirk ên ku li dijî nijadperestiyê ne jî dikin da ku li hemberî êrişên wiha yên hovane helwestê nîşan bidin.

Her wiha em bangî dezgehên mafên mirovan û baroyên li Kurdistanê dikin da ku ji bo ew nijadperest bê ceza nemînin gavên pêwîst bavêjin.

Em vê êrişa nijadperestên Tirk a li ser karkerên Kurdan şermezar dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst