Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Kompanya Lêkolînê ya ORC, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hilbijêrên Nifşê Z zêdetir dê dengê xwe bidin CHPê û CHP bi 7.8 puanan di rêza yekemîn de ye.
Kompanya Lêkolînê ya ORCê rapirsiya dengdayîna Nifşê Z yê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rojên 22-27ê Kanûna 2022ê de bi beşdariya 1550 kesan kiriye.
Li gor encamên rapirsiyê, Nifşê Z yê zêdetir dengên xwe dê bidin CHPê û rêjeya bêbiryaran jî %15 ye. Herwiha rêjeya dengên AKPê %13.9 û rêjeya dengên CHPê jî %21.7 e ku ferq 7.8 puan in. Di rapirsiyê de Nifşê Z yê zêdetir piştgirî li Tiffaqa Millet kiriye û ferqa rêjeya dengên Tifaqa Millet û Cumhur jî wek %17.8 derketiye.
Li gor rapirsiyê rêjeya dengên partiyan wiha ye:
CHP: %21.7
IYI Partî: %17.4
AKP: %13.9
MHP: %7.4
HDP: %5.5
Partiya Paşeroj: %3.3
DEVA: %3
Partiya Zafer: %3.6
Bêbiryar: %15.1
Partiyên din: %2.1
SEÇİMLERE 6 AY KALA
— ORC ARAŞTIRMA (@orc_arastirma) December 29, 2022
"Z Kuşağının Oy Tercihleri"
•CHP: %21,7
•İYİ PARTİ: %17,4
•KARARSIZ: %15,1
•AK PARTİ: %13,9
•MHP: %7,4
•HDP:%5,5
•TDP: %5,3
•ZAFER: %3,6
•GELECEK: %3,3
•DEVA: %3,0
•YRP: %1,7
•Diğer: %2,1 pic.twitter.com/YM4cqYSuEN
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse