Bi hinceta 1ê Gulanê 58 kes hatin desteserkirin

30-04-2024
RÛDAW
Nîşan Operasyon 1ê Gulanê Bozdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alî Yerlîkaya ragihand, 58 kes bi hinceta ku wan plan kiriye di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de tevlîheviyan çêbikin hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku li 11 bajaran bi navê “Bozdogan - 33”yê operasyonên hevbeş hatine encamdan.

Operasyon li bajarên Amed, Êlih, Mêrdîn, Mûş, Riha û Wanê yên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Stenbol, Mugla, Edene, Antalya û Bîlecîkê yên Tirkiyeyê hatin kirin.

Yerlîkaya da zanîn ku li van bajarên navborî, 58 kes bi hinceta ku dê di pîrozbahiyên 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran de tevlîheviyan çêbikin hatine desteserkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qedexe kir ku 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran li meydana Taksîmê ya Stenbolê were pîrozkirin. 

DEM Partî, CHP û sendîkayên karkeran biryar daye ku ber bi Taksîmê bimeşin.

Parêzgeriya Stenbolê jî ragihand ku dê sibe li gelek navçeyên Stenbolê hatin û çûna metroyan bê sînordarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst