Cevdet Yilmaz li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da

30-04-2025
RÛDAW
Nîşan Cevdet Yilmaz Sûriye Rojavayê Kurdistanê Konferansa Neteweyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz derbarê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê got: “Em li dijî parçebûna Sûriyeyê ne."

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz li Parlamentoya Tirkiyeyê beriya civîna koma partiya xwe bersiva pirsên rojnamevanan da.

Yilmaz li ser pirsa derbarê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî diyar kir ku ew li dijî wê yekê ne ku Sûriye parçe bibe û divê birêveberiya Sûriyeyê di nav xwe de aramiyekê pêk bîne.

Yilmaz dibêje: “Em dixwazin birêveberiyeke ku hemû ol, mezheb û pêkhatiyen li xwe digire ava bibe.

Di vê mijarê de helwêsta Tirkiyeyê zelal e. Hem wezîrê me yê derve û hem jî serokkomarê me û di her astê de vê tînin zimên.

Em pêvajoyeke bi îstîqrar dixwazin. Sûriyeyeke ku hemû kes wek hev û bi aramî dijîn dixwazin.

Em hewldanên hêzên derve ku dixwazin Sûriye parçe bikin û aramiyê têk bidin, baş nabînin.

Di nav Sûriyeyê de êdî birêveberiyeke navendî heye. Di nav xwe de bi pêvajoya gotûbêjan dema destûra nû çêbikin dê ev nîqaş jî bi dawî bibin.”

Konferansa Neteweyî

26ê vê mehê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê bi serpereştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan li bajarê Qamişloyê hat sazkirin.

Herwiha nûner û parlamenterên DEM Partiyê jî beşdar bûbûn.

Doh Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî nerazîbûn nîşan dabû û gotibû konferans provokasyon e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst