Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê, li Enqereyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan dicive.
Mijarên herî girîng ên kabîneyê aborî û pêvajoya çareseriyê ne.
Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê îro demjimêr 15:00an bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dicive.
Di civîna kabîneyê de mijarên serekî pêvajoya çareseriyê, bipêşketinê pêvajoya çekdanîna PKKyê, enflasyon û aborî ne.
Her wiha xebatên nivîsandina destûra nû û di çarçoveya polîtîkaya derve de agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de, şerê Rûsya û Ukraynayê û şerê li Xezeyê jî di rojeve civînê de ne.
Li gorî medya Tirkiyeyê, dê raporên li qadê yên derbarê bipêşketina çekdanîna PKKyê de ji kabîneyê re bêne pêşkêşkirin û nirxandin.
Dê Erdogan piştî civîna kabîneyê civîneke çapemeniyê saz bike û biryarên kabîneyê ji raya giştî re ragihîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse