Erdogan û karsazê Kurd Hamdî Ulukaya civiyan

30-07-2025
RÛDAW
Nîşan Hamdî Ulukaya Chobani Fenerbahçe Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Birêvebirê Kompanyaya Chobaniyê Hamdî Ulukaya civiyan.

Civîna li Koşka Serokkomariya Tirkiyeyê ji çapemeniyê re girtî bû.

Hamdî Ulukayayê ku xwediyê markaya navdar a mêst a Amerîkayê Chobaniyê ye, ji bo îmzekirina peymana sponsoriyê ya bi tîma futbolê ya Fenerbahçeyê re li Stenbolê bû.

Tîma Fenerbahçeyê bi Chobaniyê re peymanek îmze kir û ragihand ku ew li ser navê stadyumê û sponsoriya formayên maçên li Ewropayê li hev kiriye.

Hamdî Ulukaya di merasîma îmzekirinê de axivî û diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e ku bûye sponsorê tîma ku dilê wî pê re ye.

Ulukaya da zanîn ku wî beriya merasîma îmzekirinê li gel hevjîna xwe wêneyek girtiye û got:

“Min û hevjîna xwe me got, 'ji îro xweştir nabe.'

Ez serbilindiya vê rojê dijîm. Eger Alî Koç telefona me nekira û em îqna nekiribûna, em îro ne li vir bûn.”

Sponsoriya Chobaniyê ya bi Fenerbahçeyê re

Tîma futbolê ya Fenerbahçeyê ragihand ku wan bi şirketa Chobaniyê re peymaneke sponsoriyê îmze kiriye.

Tîma zer û lacîvert dê ji sponsoriya navê stadyumê di 10 salan de 100 milyon Euro û ji sponsoriya sînga formayê jî di 5 salan de herî kêm 20 milyon Euro dahatê bi dest bixe.

Fenerbahçeyê ragihand ku wan bi şirketa Chobaniyê ya ku xwediyê wê karsazê Kurd Hamdî Ulukaya ye re peymaneke sponsoriyê îmze kiriye.

Di daxuyaniya Fenerbahçeyê de hatin gotin:

“Me di encama dan û standinên di navbera tîma me û şirketa Chobaniyê de, ji sezona 2025-2026an û pê ve ji bo 5+5 sezonan sponsoriya navê stadyumê û ji bo 2+3 sezonan sponsoriya sînga formayê ya Tîma Ayê ya Futbolê ya ji bo maçên Ewropayê li hev kir.

Li gorî hûrgiliyên peymanê;

Bihayê sponsoriya navê stadyumê ji bo sezona 2025-2026an û sezonên piştî wê 10 milyon Euro ye.

Bihayê sponsoriya sînga formayê ya ji bo maçên Ewropayê ji bo sezona 2025-2026an 4 milyon Euro ye.

Ji bo sezonên din, dê ev biha herî kêm 4 milyon Euro be û li gorî beşdariya Lîga Şampiyonan an Lîga Ewropayê biguhere.

Em ji raya giştî re radigihînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst