Derdor bû xwelî lê baxê fêkiyan şîn ma: Sira wê çi ye?

30-07-2025
RÛDAW
Nîşan Bursa Baxê Fêkiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di şewata ku li navbera navçeyên Gursu û Kestelê yên Bursayê derket de baxekî fêkiyan ê 48 donimî şîn ma û neşewitî.

Daristana derdora baxê fêkiyan bûbû xwelî û li herêma ku hema bêje rengê wê bûbû gewr, bi keskahiya xwe balê dikişîne.

Xebatên tespîtkirina xisarê yên derbarê şewata daristanê de ku 26ê Tîrmehê li herêma di navbera taxa Îpekyoluyê ya Gursuyê û taxa Aglaşanê ya Kestelê de derket û doh hat kontrolkirin, berdewam dikin.

Di şewatê de baxê fêkiyan ê 48 donimî yê li qada daristanî ji nav pêtên agir rizgar bû.

“Dema ku me dît neşewitiye, em mat man”

Hamdî Ulgenê ku yek ji xwediyên 24 donimên bax e û şêniyê taxa Karahidirê ye diyar kir ku roja şewatê ew bi tankerên avê yên ku bi traktorên xwe ve girêdabûn beşdarî xebatên vemirandinê bûne.

Hamdî Ulgen anî ziman ku wan di wextê xwe de giyayên hişk ên binê baxçeyê paqij kirine û ev yek jî bûye sedem ku agir bi bax nekeve.

Ulgen diyar kir ku beşa din a baxê hevalê wî Halîl Kîraz e û wir jî zerer nedîtiye û got:

“Ji ber ku me bi berdewamî ev der av dida, em rizgar bûn.

Em tirsiyan ku bişewite, li vir pêtên gelekî mezin hebûn.

Me digot qey ev der şewitiye. Her der bi dûxanê hatibû dagirtin.

Pêt li ser serê me difiriyan. Dema ku me dît neşewitiye, em wekî gund mat man.

Hîkmeta Xwedê ye, sedeqeya me hebûye.

Heta hevalên me got, dilê we paqij e, cihê we rizgar bûye.

Tenê li qeraxê zerereke gelekî kêm gihîştiye daran.”

Hamdî Ulgen anî ziman ku sîstema avdanê di şewatê de zerer dîtiye û ew dê ji bo ku bax şîn bimîne û berhem zererê nebînin, di demeke kurt de sîstemê nû bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst