Wezîrê Petrolê yê Îraqê li Enqereyê ye

30-09-2025
RÛDAW
Nîşan Îraq Tirkiye Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî di serdana xwe ya Enqereyê de da zanîn ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê “bipêşketineke girîng e ku alîkariya aramiya bazara enerjiyê ya cîhanê dike”.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî li Enqereya paytexta Tirkiyeyê ye.

Li gorî daxuyaniya Balyozxaneya Îraqê ya Enqereyê, Heyan Ebdulxenî û Balyozê Îraqê yê Tirkiyeyê Macid Lecmawî tekezî li ser girîngiya bipêşxistina hevkariya di warên enerjî, veberhênan û projeyên stratejîk ên hevbeş de kir.

Di hevdîtinê de behsa destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hat kirin.

Petrola Herêma Kurdistanê roja Şemiyê ji nû ve bi rêya boriya petrolê dest bi gihiştina bazarên cîhanê kir.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî li ser mijarê got:

"Ev gav bipêşketineke girîng e ku alîkariya aramiya bazara enerjiyê ya cîhanê dike û piştgiriyê dide plana Îraqê ya ji bo zêdekirina hinartinê û bilindkirina kapasîteya hilberînê."

Ji Adara 2023yan ve ji ber biryara Dadgeha Tahkîmê ya Parîsê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê hatibû rawestandin.

Wê demê rêjeya hinardekirina rojane tevî petrola Kerkûkê digihîşt nêzîkî 400 hezar bermîlan.

Balyozê Îraqê Macid Lecmawî pesnê hewlên hevbeş ên Bexda û Enqereyê yên ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê da.

Hat diyarkirin ku serdana Ebdulxenî taybet e û armanca sereke kontrolên bijîşkî ne.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê sala borî di serdana xwe ya Amerîkayê de rewşa wî ya tenduristiyê xera bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst