KOCAELÎ - Dîlara tenê rizgar bû, dê û bav û xwişk û birayê wê mirin

30-10-2025
Nîşan Kocaelî Gebze Avahî Rûxîn Term
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gebzeyê ya Kocaeliyê avahiyeke 7 qatî rûxiyabû û malbatek di bin de mabû. Herî dawî termên dê û bav jî hatin dîtin.

Avahî doh serê sibehê saet derdora 07:00an li Taxa Mevlanayê rûxiyabû.

Dê Emîne, bav Levent û zarokên wan Muhammet Emîr, Hayrunnîsa û Dîlara di bin kavilan de mabûn.

Xebatên tîman tevahiya rojê û bi şevê jî berdewam kir.

Tîman, doh piştî nîvro termê Muhammet Emîrê 12 salî û piştî demeke kurt jî termê xwişka wî Hayrunnîsaya 14 salî dîtin.

Zaroka mezin a malbatê, Dîlaraya 18 salî piştî xebatên ku nêzîkî 8 saetan ajot ji bin enqazê sax hat derxistin.

Tîman Dîlaraya ciwan a ku hat zanîn hişê wê li serê wê ye û rewşa wê ya tenduristiyê baş e bir nexweşxaneyê.

Piştî zarokan, tîman xebatên xwe ji bo rizgarkirina dê û bav zêde kirin.

Piştî xebatên ku heta êvarê û bi şev berdewam kir, piştî nêzîkî 19 saetan tîman pêşî termê bav Levent û piştî demeke kurt jî termê dê Emîneyê dîtin.

Cenazeyên dê û bav birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Gebze Fatîhê.

Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe Mehmet Aktaş ji rojnamegeran re got:

"Mixabin 4 endamên malbata me ya 5 kesî mirin.

Tenê keça me Dîlara, keça mezin a 18 salî, sax hat derxistin lê mixabin endamên din ên malbatê, dê, bav û 2 zarok mirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst