Kamaç bersiv da Ozgur Ozel: Em celadên xwe nas dikin

30-11-2025
Ferdî Sak
Mehmet Kamaç / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mehmet Kamaç / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan CHP DEM Partî Kurd Celad Mehmet Kamaç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç bersiv da gotinên Ozgur Ozel ên "Sendroma Stockholmê" û got, “Wextê ku doh celadan ji bo Kurdan sêdar datanîn ê ku pêyê xwe li kursiya Kurdan dida CHP bû. Em celadên xwe nas dikin. CHP ji pêvajoyê ditirse.”

Nakokiyên di navbera Partiya Gel a Komarî (CHP) û Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) de yên li ser nîqaşên "Pêvajoya Çareseriyê" kûrtir dibin.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, piştî ku di kongreya partiya xwe de careke din hat hilbijartin, li ser angaştên hevdîtinên nû û pêvajoyeke nû ya çareseriyê rexne li DEM Partiyê girtibûn.

Ozel, DEM Partî bi "Sendroma Stockholmê" tohmetbar kiribû û gotibû:

"Ez daxwazê ji we dikim ku tûşî Sendroma Stockholmê nebin û nebin evîndarê wî celadê ku hûn doh bi zorê ji destê wî rizgar bûne."

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç îro ji Rûdawê re axivî û bersiveke tund da van gotinan.

Mehmet Kamaç diyar kir ku Kurd bi zanebûn û stratejiyeke diyarkirî siyasetê dikin û got:

"Bila her kes vê zanibe, dema Kurd siyasetê dikin bi zanebûn û bi hesab û kîtabên xwe siyasetê dikin.

Lê em vê bi zelalî ji Ozgur Ozel re dibêjin: Wextê ku doh celadan ji bo Kurdan sêdar datanîn ê ku pêyê xwe li kursiya Kurdan dida CHP bû.

Eger Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên me îro di girtîgehê de bin, ji ber ku CHPyê piştgirî da celadan, siyasetmedarên Kurdan hatin girtin."

"Em ne aşiqê celadê xwe ne"

Kamaç destnîşan kir ku piştgiriya wan a ji bo CHPyê di hilbijartinan de ne ji ber hezkirinê, ji ber stratejiyeke siyasî bû û wiha pê de çû:

"Em Sendroma Stockholmê gelekî baş dizanin. Kurd ti carî nebûne aşiqê celadên xwe û celadên xwe baş nas dikin, Kurdan dîroka xwe ji bîr nekiriye.

Dema Demîrtaş gotibû 'Em dê kevir li ser dilê xwe deynin û piştgiriyê bidin CHPyê' ev bi zanistî bû, ne bê hesab bû. Kurdan dixwest celadê xwe têk bibin."

Li hêla din, Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu ku gotibû "Me di bernameya nû de cih daye zimanê dayîkê û welatîbûna wekhev."

“Sezgîn Tanrikulu û CHP li kû bûn?”

Kamaç helwesta xwe ya li ser vê mijarê jî bi vî awayî anî zimên:

"Eger gotinên Sezgîn Tanrikulu û CHPyê rast bin, ev bipêşketineke mezin e.

Lê bawerî bi gotinan tenê nayê. Dema sîyasetmedarên Kurd dihatin girtin, Sezgîn Tanrikulu û CHP li kû bûn?

Çima wan qala demokrasî û azadiyê nedikir? Dema Komîsyona Îmraliyê dihat avakirin, çima CHP tevlî nebû?"

"CHP ji pêvajoya çareseriyê ditirse"

Parlamenterê DEM Partiyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku CHP ji egera destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê ditirse çimkî vê yekê li ser desthilatbûna xwe wekî metirsiyekê dibîne û xwe li axaftinê berda:

"CHP îhtîmala desthilatbûna xwe li ser piştgiriya Kurdan dibîne.

Dema dibîne pêvajoyeke nû dest pê dike, ditirse û dibêje 'Ez dê piştgiriya Kurdan winda bikim û şansê min ê desthilatdariyê namîne.'

“Em siyasetê ji bo azadiya gelê Kurd dikin"

Niyeta wan em dibînin. Em ne dijberê desthilatê ne û ne jî siyasetê ji bo desthilatê dikin, em siyasetê ji bo azadiya gelê Kurd dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst