Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Amedekariyê ya Parlamentoya Tirkiyê biryar da ku parêzbendiya parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Alî Mahîr Başarir û Parlamenterê ÎYÎ Partiyê Lutfu Turkan bê rakirin.
Roja Sêşemê 31ê Çileya 2023an Komîsyona Amedekariyê ku ji Komîsyona Dad û Destûra Bingehîn ya Parlamentoya Tirkiyê pêktê, bi serokayetiya Parlamenterê Afyonê yê Ak Partiyê Alî Ozkaya , derbarê rakirina parêzbendiya beşek ji parlamenteran de civiya.Endamên komîsyonê yên ji CHPê û HDPê beşdarî civînê nebûn.
Ozkaya piştî civînê daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku wan di civînê de biryar daye ku parêzbendiya Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Alî Mahîr Başarir û Parlamenterê ÎYÎ Partiyê Lutfu Turkan hatiye rakirin.
Alî Ozkaya diyar kir ku wan ji ber sivkatîkirina bi kesûkarê leşkerekî ku di rûbirûbûnan de hatiye kuştin, biryar dane ku parêzbendiya parlamenterê ÎYÎ Partiyê bê rakirin.
Parlamenterê AK Partiyê herwiha wan di civînê de biryara rakirina parêzbendiya Parlamenterê CHPê Alî Mahîr Başarir jî dane û got “Em dê raporên herdû parlamenteran di demek kurt de pêşkêşî Komîsyona Têkel a Parlamentoyê bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse