Ozgur Ozel ji bo pêvajoyê pêşniyara ‘maseyeke çareseriyê’ dike

31-05-2025
RÛDAW
Nîşan Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel Pêvajoya Çareseriyê Gel Anlat
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel pêşniyar kir ku li Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo pêvajoya çareseriyê bi beşdariya hemû partiyan “maseyeke çareseriyê” were damezirandin.

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel bû mêvanê bernameya “Gel Anlat/Were Bibêje” ya kanala YouTubeyê ya beşa Tirkî ya Rûdawê û pirsên Rawîn Stêrk bersivandin.

Ozel li ser gelek mijarên cuda yên wekî pêvajoya guherînê ya CHPyê, çareseriya pirsgirêka Kurdan, stratejiyên hilbijartinên serokkomariyê, nîqaşên destûrê, girtiyên siyasî, siyaseta Sûriyeyê, pêwendiyên bi Rojava û Herêma Kurdistanê re axivî.

Di bernameya de bi taybetî nirxandinên li ser pirsgirêka Kurdan û polîtîkayên herêmî hatin kirin.

Pêvajoya guherînê û siyaseta kolanan

Ozgur Ozel bal kişand ser pêvajoya guherînê ya CHPyê û diyar kir ku ew êdî ne wekî berê ne ku tenê bertekan nîşan didin,niha xwe dide pêş û rojeva siyasî diyar dike.

Ozgur Ozel da zanîn ku berê “têgihiştina me ew bû ku em dernekevin kolanan, xwe nedin ber lîstikan” û got:

“Em partiyek in ku ji kolanan natirse, meydanan tijî dike, bi sendîka, komele û partiyên din re dest didin hev.”

Ozel eşkere kir ku ew hefteyê du rojan li Stenbolê derbas dikin, rojekê mîtîngan li dar dixin û rojekê jî diçin serdana hevalên xwe yên di girtîgehê de.

Çareseriya Pirsgirêka Kurdan: Maseyeke Çareseriyê ya li Parlamentoyê

Ozelê ku pêşniyareke berfireh ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan pêşkêş dike ji bo damezirandina “maseyeke çareseriyê” dike ku hemû partiyên siyasî beşdar bibin.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel anî ziman:

 “Ev dê ne maseyeke şer be, maseyeke çareseriyê be.

Pêşniyara Bahçelî ya komîsyoneke 100 kesî ji aliyê çawaniyê ve rast e lê hejmara wê zêde ye.

Em hewceyî komîsyoneke biçûktir û zûtir in.”

Ozel eşkere kir ku CHP amade ye û Komîsyona Dad û Demokrasiyê ya ku ji 7 parêzeran, 2 siyasetmedaran û pisporekî pêwendiyan pêk tê, 8 xalên sereke û zêdetirî 26 warên qanûnî amade kirine.

Serokê CHPyê da zanîn ku wan xebata xwe bi Hevserokên DEM Partiyê re parve kiriye û bersivên erênî wergirtine.

Ozel li ser çareseriya pirsgirêka Kurdan anî ziman:

“Eger Kurd dibêjin her kes wekhev e lê ez kêmtir wekhev im, wê demê pirsgirêk heye. Pirsgirêka Kurdan ev e.”

Ozel tekezî li ser perwerdeya bi zimanê dayîkê û nasnameyeke welatîbûnê ya giştgir kir û got:

“Zimanê dayîkê divê azadane were axaftin, çand û huner werin afirandin, zanist neyê astengkirin.

Nabe ku fêrbûna mijara zimanê Kurdî yan jî perwerdeyê nekin warê pevçûnê, giştgirî divê bingehîn be.”

Serokê CHPyê Ozel da zanîn:

“Gava ku teror biqede, xwîn raweste, dema ku we got Kurdî kes ji we re nabêje ev propagandaya terorê ye. Wê demê ev nabe pirsgirêk.”

“Sîlîvrî ji bo Îmamoglu, mafê hêviyê jî ji bo Ocalan nayê qebûlkirin”

Ozel bi tundî li dijî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu derket û got:

“Demek e ku ji bo Ocalan qala mafê hêviyê tê kirin, Girtîgeha Sîlîvriyê ji bo Îmamoglu rewa tê dîtin.

Ev bingeha maqûliyê ji holê radike. Gava ku tansiyona nîvê civakê 26 be, di pêvajoya wekî çandina organan de nikarin serkeftî bin.”

Ozel destnîşan kir ku asayîkirina pêwendiyan a li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan zehmet dibe û anî ziman:

“Me dest dirêj kir, me got, em vê yekê bê şer, bi rikeberiya siyasî çareser bikin lê Erdogan bivir derxist bila berê wî bivirî deyne.”

Ozel li dijî efûya giştî desekine lê destnîşan kir ku piştgiriya berdana girtiyên siyasî dike û hişyarî da ku efûya giştî ji bo sûcên li dijî kesan (wekî kuştinên jinan, destdirêjiya li zarokan) dikare wîjdana civakî birîndar bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst