HDPê Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê eşkere kir

31-08-2020
Nîşan HDP Deklarasyona Banga Aştiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, li Parlamentoya Tirkiyê  "Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê" ragihandin û tê de diyar kir ku ew weke amade ne bi her kesên çareseriya demokratîk û aştiyê dixwazin re bixebitin.

HDPê, encama "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" îro li Parlamentoya bi “Deklarasyona Banga Ji Bo Aştiyê” ji aliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar  berî 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê di civîneke rojnamevanî de hat ragihandin û  bang li hemû aliyan kirin ku şer û bêkarî bi dawî bibe û Pirsa Kurd jî were çareserkirin.

Di deklarasyonê de hatiye gotin ku deshilatiya Tirkiyê bi şer û polîtîkayên aloziyê yên li Lîbya, Sûriye, Iraq, rojhilatê Derya Spî, Egeyê rewşê aloztir dike û tê diyarkirin, ev stratejiya şer û aloziyê Tirkiyê ber bi dahatuyeke nediyar ve dibe.

HDP di deklerasyona xwe de, israra di polîtîkayên şer de, her wiha neceribandina polîtîkayên aştiyê şaşitiyeke mezin e û hate gotin: “Eger Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser bike û dawî li şer bîne dê li herêmê bibe nirxekî demokratîk û modeleke xurt. Ji bo vê jî işaret bi pêvajoya Mutabaqata Dolmabahçeyê hate kirin û hate ragihandin ku ji bo çareseriya meseleya Kurd ew pêvajo hîn jî hêja ye.

Em careke din bang li hêzên çareseriyê dixwazin dikin: Di vê mijarê de berpirsyariya me hemûyan heye. Kes nikare xwe ji çareseriyê bide alî. Em di demeke welê de ne ku kêr gihîştiye hestî. Çareseriya demokratîk û aştî xwe ferz dikin.”

HDP herwiha destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkê berpirsyariyeke girîng dikeve ser milê dijbereya Tirkiyê ya siyasî û civakî û dibêje: “Partiyên dijbereyê divê daxwazên gelê Kurd ên ji bo maf û azadiyê weke beşek ji armanca jiyana wekehev û hevpar û demokratîkbûna Tirkiyê bibîne." 

HDP di beşeke din a deklerasyona xwe de, diyar kir ku meseleya Kurd li derveyî rêbazên çekdarî û şer êdî bi bijarteyên diyalog û danûstandinan xwe bi rengekî dîrokî ferz dike û wiha hat gotin: "Ev pirsgirêk nabe ku tenê weke pirsgirêka Kurdan û HDPê bê dîtin. HDP di çareseriya prisgirêka Kurd de alîgirê maf û azadiyê ye. Ji bo pêkhatina azadî û mafê gelê Kurd pêwîste hemû beşên civakî yên li Tirkiyeyê bi roleke erênî tevbigerin. Weke HDP rola me diyalog û danûstandin e. Em amade ne bi her kesên çareseriya demokratîk û aştiyê dixwazin re bixebitin.”

Di xaleke din a deklarasyona HDPê de hate gotin: “Di meseleya Kurd de li derveyî rêbazên çekdarî û şer êdî bijarteyên diyalog û danûstandinan xwe bi rengekî dîrokî ferz dikin. HDP'ê destnîşan kir ku ji bo vê jî divê hemû alî li paşeroja gelên Tirkiyeyê bifikire û bi fedakarî berpirsyariyên xwe pêk bînin, gavan biavêjin.Partiya me ji polîtîkaya xwe ya çareseriya demokratîk û aştiyê, ji perspektîfa jiyana wekhev û hevpar, ji israra gelê me ya di aştiyê de, ji hêza xwe ya têkoşînê û biryardariya xwe bawer dike. 

HDP di mijara çareseriya aştiyane û demokratîk de amade ye berpirsyariyên xwe pêk bîne. Aştî ne tenê rawestandina şer e. Mebest ji aştiyê ew e ku planeke hevpar a çekan bêdeng bike bê afirandin û lji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a 100 salî gav bi hev re bên avêtin. Eger ji bo aştiyê em bi hev re tênekoşin em ê nikaribin aştî, demokrasî û azadiyê bi dest bixin. Di mijara meşa bi hev re de em ti carî dest ji biryardariya xwe bernadin. Em ji dil bawer dikin ku em ê bi hev re bi ser bikevin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst