‘Lîstika Mezin’ a Şamê û siberoja Doza Kurdan li Rojhilata Navîn

22-01-2025
Ziryan Rojhilatî
Nîşan Doza Kurdan Sûriye Rojhilata Navîn PKK Mezlûm Ebdî Colanî
A+ A-

Bi îhtimaleke mezin "lîstika mezin" a dewletan li ser Şama vêga dê bandoreke berbiçav li ser sererastkirina hevsengiyên hêzê yên Rojavayê Asyayê deyne. Sûriyeya serdema Colanî cihê rûbirûbûna sê projeyên jeopolîtîk ên mezin ên herêmî ye: Xeyala Tirkiyeya Mezin ku bi salan e Erdogan behs dike, mihwera Muqawemeya Îranî-Şîî û projeya Îsraîlî!

Ev bi lîstika mezin a hêzên cîhanî re jî hevgirtî ye ku vêga baskên xwe li ser Asya-Pasîfîk, Cemsera Bakur, Ewropa, Rojhilata Navîn û Afrîkayê jî vedane. Wekî salên piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, her alî dixwaze cihê xwe di lîstikên mezin de bigire.

Derbarê Kurdan berevajî berê ku ji lîstikan hatibûn dûrxistin, niha derfetên ji berê zêdetir ji bo Kurdan hene û dibe ku payîza Esed deriyê bihareke Kurdî veke, her çi qasî metirsiyên dubarebûna dîrokê jî ne kêm in.

Sûriyeya Colanî û Doza Kurdan

Li gorî hinek çavkaniyan, Colanî niha li benda bersiva Mezlûm Kobanî ye ji bo daxwazên ku di hevdîtina xwe de behsa wan kiribû ku xuya dike xetên wan ên sereke ev in: Yekparçebûna Sûriyeyê, mafên çandî û welatîbûna wekhev û tevlîbûna HSDyê bi artêşa nû re bi awayekî ku wekî pêkhateyeke cuda nemîne. Ji bilî vê derketina şervanên biyanî! Komek daxwazên ku xuya dike tiştekî wisa darîçav ji bo Kurdan wekî pêkhateyeke etnîkî tê de tune, lê eger ew daxwaz neyên bicihanîn dê çi biqewime?

Gelo Colanî bi piştgiriya Tirkiyeyê dê pêşî hewl bide ku herêmên Erebnişîn ên wekî Tebqe û Reqayê veqetîne û paşê şerê HSDyê bike? Ev îhtimalek e lê niha xuya dike Colanî bi qasî Tirkiyeyê lezê nake ji bo ku van pirsan çareser bike, ji ber ku dibe ku Tirkiye piştgiriya wî bike û di vê yekê de bi ser bikeve ku hin eşîrên hevpeymanên HSDyê ber bi hêla xwe ve bikişîne lê ev dikare wî ji wê piştgiriya navneteweyî bê par bike ku pêwîstiya wî gelekî pê heye.

Colanî ji aliyekî ve dixwaze mohra demboriya xwe ji ser eniya xwe û HTŞyê jê bibe û ji aliyê din ve jî pêwîstiya wî bi pereyekî zêde heye ji bo avakirina welatekî ku zêdetirî 13 salan e di şerê navxweyî de bû û kavilê aboriyeke wêran ji ber maye.

Tê texmînkirin ku herî kêm 250 milyar dolar û herî zêde yek trîlyon dolar pêwîst be ji bo avakirina Sûriyeyeke ku li gorî Neteweyên Yekbûyî ewlehiya xwarinê ya zêdetirî 12 milyon kesan ji niştecihên wê nîne, ji wan jî zêdetirî 3 milyon kesan di xela û birçîbûnê de dijîn.

Ev ji bilî ku nedilniyayiyeke siyasî heye û kontrolkirina bi dehan komên çekdar ên cuda cuda ne karekî ew qasî hêsan e. Ji bilî vê, piştgiriya welatên Rojavayî û hewlên dawî yên yekgirtina aliyên Kurdî bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê (Koalîsyon) û Herêma Kurdistanê, pêgeha Rêveberiya Xweser di rojên piştî ketina Esed de xurttir kiriye.

Kobanî jî lezê nake ku vê mijarê çareser bike, ji ber ku dizane kêşmekêşeke mezintir heye û ji bilî vê, çavekî wî li ser gotûbêjên Ocalan û dewleta Tirkiyeyê ye da ku bi saya "vekirineke îhtimalî" li wir, zextên Enqereyê li ser wî kêmtir bibin.

Stratejiya Îsraîlê ji bo Sûriyeya Paşerojê

Hesabên Colanî-Kobanî di rastiyê de çawa bin jî lîstikeke mezintir li ser Şamê heye ku bi îhtimala wê jî çarenivîsa welêt zelal dibe. Ketina Esed wekî şûrekî dudevî ye ji bo Îsraîlê, ji aliyekî ve metirsiya Îranê jê re kêm kiriye lê ji aliyê din ve desthilateke Sunî kiriye cîrana wê û metirsiya Tirkiyeyê jî jê re zêde kiriye.

Ji bo Tirkiyeyê jî ketina Esed û hatina Colanî wekî duşeşê ye ji bo dorfirehkirina serdestiya herêmî bi rêya tevgerên Îslamî lê li wê dera ku têkildarî Doza Kurdan e ku muemayek jê re çêkiriye. Îran û Îraq zirarê ji ketina Esed dibînin lê wisa difkirin ku lîstik hîn jî bi dawî nehatiye û dibe ku derfeteke din ji wan re peyda bibe.

Îsraîlê derfeteke bêhempa bi dest xistiye lê nedilniyayiyên wê ji şiyana Îranê ya ji bo avakirina rêyên qaçax û gihandina çekan bi Hizbulah û Hemasê di demeke dirêj de, her wiha nedilniyayiyên wê ji rejîma siyasî ya nû ya Şamê û berfirehbûna rola herêmî ya Tirkiyeyê, nîgeraniyên wê zêdetir kirine.

Her çi qasî pêşveçûnên Îsraîlê yên ber bi herêmên xwe yên leşkerî yên qedexekirî li gel Sûriyeyê têrî nakin ji bo girtina wê korîdora bejahî ku Îranê berê ji wir çek dighandin Hizbulahê jî dikare ji bo danîna sîstema radar û çavdêriya êrişên mûşek û dronan, her wiha ji bo xurtkirina sîstema îstixbaratê bi kêr were.

Di meha Çiriya Pêşîn a sala borî de, Îsraîlê ragihand ku tuneleke bi dirêjahiya 3,5 kîlometreyan li nêzî deriyê sînorî yê El-Mesnayê li sînorê Şamê têk daye ku ji wir çek digihiştin Hizbulahê. Ev jî herî kêm 30 kîlometreyî ji bilindahiyên Çiyayê Hermûnê ku niha Îsraîlê girtiye dûr e.

Îsraîlê di heyama zêdetirî saleke borî de 14,638 caran êrişî Hizbulahê kiriye û bi vê yekê jî heta radeyeke zêde şiyanên wê yên leşkerî têk dane. Ji agirbesta wan a 27ê Kanûna Pêşîn a 2024an û vir ve jî zêdetirî 180 êrişên din kirine ku dikare nîşanek ji wê yekê be ku pirsa xurtbûna Hizbulahê nîgeraniyeke stratejîk e ji bo Îsraîlê û di vê mijarê de jî sînorê Sûriye û Libnanê ji bo her du aliyan xwedî girîngiyeke pir mezin e.

Sînor 294 kîlometreyan dirêj e lê faktorê çareserker di girtina sînor li ber Îran û mihwera Muqawemeyê de, ne tenê Îsraîl lê helwesta Sûriyeya piştî Esed e jî ku herî kêm niha xuya dike ku ew korîdor girtiye.

Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2024an ve heta niha şiyana leşkerî ya Hemasê jî têk daye lê Şerîaya Rojava cihekî stratejîk ê girîng e ku eger di demeke dirêj de destê Hemasê bigihe çiyayên wê ku li ser bajarên keviya deryayê yên Îsraîlê dinêrin, wê demê metirsiyeke mezintir ji bo Îsraîlê çêdike.

Pêwendiyeke rasterast a vê mijarê bi sînorê Urdin û Sûriyeyê re jî heye, îhtimala vekirina rêyekê ji sînorê Urdinê ve ji bo gihandina çekan ji bo Şerîaya Rojava ye bi rêya qaçaxê. Loma Îsraîl di eynî demê de hem ber bi bakur û sînorên Şamê ve û hem jî ber bi Siweyda û sînorên Sûriye û Urdinê ve bi pêş de hatiye.

Bi dîtina Îsraîlê, rejîmeke navendî-îdeolojîk (Sunî ya radîkal) ne îro be jî sibê her dê metirsiya leşkerî jê re çêbike, lewra di heyama 48 demjimêrên piştî ketina Esed de, nêzîkî ji sedî 80yê şiyan û jêrxanên wê yên leşkerî têk dan û dixwaze hikûmeteke lawaz û sîstemeke nenavendî li ser kar be.

Li vir jî li gel Tirkiyeyê hevnêrîn e ku Sûriyeya paşerojê ne xurt be lê di wê yekê de cuda ne ka cureyê rejîma wê ya siyasî çawa be.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê çend caran e behsa têkiliyên xwe yên bi Kurdan û kêmîneyên Sûriyeyê re dike, ev jî lap ew xal e ku Tirkiye jê dilgiran e.

Tirkiye û Sûriyeya Colanî

Ji bo Tirkiyeyê ketina Esed ne vebijarka yekem bû lê dema ku çû derfeteke mezin jê re çêkir da ku bi alîkariya tevgerên Îslamî cureyekî bandora xwe ya herêmî zêdetir bike, ev jî mijarek bû ku her di dema Bihara Erebî û hatina ser desthilatê ya Îxwanan de xasma li Misirê, wekî gavekê ber bi gihîştina "Tirkiyeya Mezin - serdemeke nû ya Osmanî" dihate dîtin lê wê demê neçû serî.

Xeyala Tirkiyeya Mezin di fikra jeopolîtîk a Tirkî de welatekî wêne dike ku di erdnîgariyeke pehn û berfireh de ji Asyaya Navîn bigire heta Azerbeycan û başûrê Qefqasyayê û ji wir jî bi korîdora Zengazûrê ve xwedî bandor e. Ji milê başûr ve ber bi welatên Ereb û Kendavê ve were vekirin û li Afrîkayê jî hegemonyaya wê hebe û bandora wê ji sînorên avî yên Deryaya Spî heta Lîbyayê biçe. Di navbera cemserên mezin ên hêzdariyê de li cîhanê xwedî gotin be û aboriya wê xurt be û serkirdatiya cîhana Îslamî-Sunî bike.

Bi hatina Colanî wekî desthilatdarê defakto yê Sûriyeyê re ji bo têkiliyên bi cîhana Erebî re ji Tirkiyeyê re deriyekî rasterast vebû û hêviyên wê ji bo berfirehkirina hegemonyaya xwe ya herêmî zêdetir bûn lê astengiya sereke ya Tirkiyeyê li vir ew e ku fikra "xeyala Tirkiyeya Mezin" li gelek cihan bi projeya Îranî ya mihwera Muqawemeyê re rûbirûyî hev dibin wekî çawa di mijara Sûriye û korîdora Zengazûrê ya li başûrê Qefqasyayê li dijî hev in û dibe ku li Îraqa bê jî rûbirûyî hev bibin.

Rêberê Îranê ji piştî ketina Esed ve zêdetirî sê caran Tirkiye bi hevkariya Amerîka û Îsraîlê tawanbar kiriye û gotiye şoreşeke ciwanên Sûriyeyî dê rewşê li ser wan biqulibîne wekî îşaretekê ji bo îhtimala derketina şerekî navxweyî li Sûriyeyê.

Serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî jî di hevpeyvîna xwe ya dawî de amaje pê kir ku piştî Sûriyeyê tirsa wan ji firehxwaziyeke îhtimalî ya Tirkiyeyê li Îraqê jî heye.

Misir, Urdin û beşek ji welatên Kendavê jî ji wê yekê dilgiran in ku nebê ku xurtbûna Tirkiyeyê pêleke din a xurtbûna Îxwanan li pey xwe bîne. Îsraîl jî naxwaze tûşî Îraneke duyem bibe, lewra dorfirehbûna serdestiya Tirkî wekî metirsiyekê li ser xwe dibîne. Bi kurtî dostên Tirkiyeyê naxwazin hevpeymana wan ew qasî mezin bibe ku ji kontrola wan derkeve û neyarên wê jî vê yekê naxwazin.

Xaleke din a cihê pirsê ew e ka gelo Colanî dê heta dawî nêzîkî Tirkiyeyê bimîne yan na? Bê guman rewşa niha ya Colanî ji wan demên ku li Îdlibê bû cuda ye. Vêga desthilat û derfetên zêdetir li ber destê wî hene û bi liberçavgirtina ezmûna Talîban û Pakistanê ku çawa piştî vegera Talîban bo desthilatê alozî ket navbera wan, ti garantî nîne ku rewşa Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê heta dawî wekî niha bimîne.

Dibe ku her ji ber vê yekê be ku hîn çirayeke kesk ji bo nehiştina wan komên çekdar pê nexistiye ku ew bi xwe rasterast piştgiriya wan dike.

Tirkiye dikare di avakirina jêrxaneya Sûriyeyê de xwedî rol be ku dibe ku ji bo aboriya niha ya Tirkiyeyê nola dermanekî be. Her wiha dikare beşekê ji wan 3 milyon û 100 hezar penaberên Sûriyeyî vegerîne ku di hilbijartinên borî de yek ji sedemên kêmbûna dengên AK Partiyê bûn.

Ev jî derfetek e jê re lê xala herî girîng di bûyerên Sûriyeyê de ji bo Enqereyê guherandina rejîma siyasî bû ku di heyama zêdetirî çar dehsaliyên berî 2024an de, ji bilî salên 1999-2003yan, bê rawestan piştgiriya PKKyê kiribû.

Ji sala 1984an heta 2017an, ji 54 caran alîkariya derve ya bibandor ji bo PKKyê di şerên wê yên li gel Tirkiyeyê de, Sûriyeya Esedê bav û Esedê kur, bi 15 caran li pêşiya wan hemû aliyan bû ku piştgiriya PKKyê kiribûn. Îsraîlê jî wê demê piştgiriyeke xurt a Tirkiyeyê kiribû.

Niha ku Esed nema û Tirkiye dixwaze bi sûdwergirtina ji têkelkirina ezmûna Îsraîlê di şerê Hemas û Hizbulahê de, her wiha ezmûna Îranê ji bo dûrxistina Mucahidînê Xelq û partiyên Kurdî yên Rojhilatê ji sînorên xwe, bi rêya zexteke leşkerî û danûstandineke hevterîb mijara PKK-YPGyê çareser bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê gotiye êdî wekî berê ti welat piştgiriya PKKyê nake û hin bi derdê xwe ve mijûl in û hinên din jî bi rastî naxwazin vî karî bikin. Dibe ku ev îşaretek be ji bo Îran û Îraq, Amerîka-Ewropa û Îsraîlê!

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan derbarê têkiliya telefonî ya Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê û Îlham Ehmeda Rêveberiya Xweser a Rojavayê gotibû haya me ji her tiştî heye lê ev hîn gotin e û nebûye gefeke pratîk li ser Tirkiyeyê.

Bi îhtimaleke mezin, dawiya dawî çavê Tirkiyeyê li wê yekê ye ku bi hatina Trump re têkiliyên wê bi Îsraîlê re baş bibin, bi taybetî ku niha agirbest li Xezeyê jî hatiye ragihandin. Trump di demên borî de behsa dorfirehkirina Peymana Îbrahîm kiribû ku dibe ku mebesta wî lihevanîna Tirkiye û Îsraîlê be.

Xuya ye ku zextên Amerîkayê ji bo liberçavgirtina daxwazên Tirkiyeyê derbarê "şervanên biyanî" yên nav HSDyê û tekezkirina wê yekê ku tenê ji bo şerê DAIŞê li wir e, sedemek be ji bo wê gotina Erdogan ku êdî welat wekî berê piştgiriya PKKyê nakin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê di konferanseke rojnamegeriyê de li gel hevtayê xwe yê Urdunî derbarê Îraqê gotinek kir ku medyayê zêde qal nekir. Fîdan 6ê mehê gotibû em fêm nakin çima dostên me li Îraqê çavên xwe ji hebûna PKKyê ya li Şingalê re digirin. Heşt rojan piştî wê jî Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê di daxuyaniyekê de got ku me hin ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derxistine ku bi şaşî li axa Îraqê bi cih bûbûn.

Dibe ku mebesteke din a gotinên Erdogan, Îran be dema ku dibêje "niha bi derdê xwe daketine". Îranê di heyama zêdetirî sih salên borî de bi awayekî nerasterast piştgirî daye PKKyê lê xuya ye Tirkiye wisa difikire ku divê ev berdewam neke. Hakan Fîdan di bersiva pirsekê de derbarê hevdîtina Qaanî-Kobanî got em bawer dikin Îran dev ji wê siyasetê berdide û me jî piştgirî nedaye dijberên wan. Ev gotinek e ku hem hêviyê hem jî gefê vedihewîne!

Bi kurtî, em dikarin bibêjin ku egereke mezin heye ku halê hazir dewleteke wiha peyda nebe ku ji ber PKKyê Tirkiyeyê paşguh bixe û bi eşkereyî piştgiriya PKKyê bike lê tê çaverêkirin ku bi dizî wê yekê bikin. Yek ji sedemên destpêkirina diyaloga bi Ocalan re, nîgeraniya Tirkiyeyê ye ji bo rêlibergirtina gihîştina alîkariya derve ya zêdetir ji bo PKKyê.

Îran û Sûriyeya Piştî Esed

Ji 7ê Çiriya Pêşîn ve heta niha paşvekişînek di desthilatdariyên Şîeyan de li herêmê tê dîtin. Li Libnanê, piştî du salên qeyranê serokkomarekî dûr ji Hizbulahê hat hilbijartin û şiyana leşkerî ya Hizbulahê zirareke mezin dît û komên Mihwera Muqawemeyê ji Sûriyeyê vekişiyan.

Xurtbûneke siyaseta Sunî û Kurdî li Îraqê tê dîtin û beşek ji siyasetmedarên Şîe li Bexdayê hem ji Trump ditirsin hem jî ji îhtimala xurtbûna rola Tirkiyeyê li Îraqê û tewra hatina wê ya ser çavkaniyên petrolê yên Kerkûkê.

Li Îranê nîgeraniyeke mezin ji îhtimala êrişeke girîmaneyî ya Amerîka-Îsraîlê li ser dezgehên atomî, îhtimala nerazîbûnên navxweyî û rabûna DAIŞê li ser sînorên Diyale-Kirmaşanê li holê heye.

Ji gotinên Rêberê Îranê Elî Xamineyî xuya ye ku xwesteka zindîkirina Mihwera Muqawemeyê hîn di xeyala jeopolîtîk a Şiî de ye lê bi îhtimaleke mezin qet nebe di demeke kurt de hewla wê yekê nade û zêdetir wekî gef wê bi kar tîne ji bo xurtkirina kartên xwe yên li ser maseya danûstandinan. Bi îhtimaleke mezin derxistina tomareke dengî ya yek ji fermandarên Artêşa Pasdaran li Sûriyeyê ku qala şiyana Îranê ya çalakkirina tora muqawemeyê li Sûriyeyê dike, zêdetir bi vê mebestê bûye.

Îranê di dema borî de çendîn manewrayên leşkerî pêk anîn û cureyên nû yên çekan nîşan dan da ku şiyana xwe ya leşkerî nîşan bide. Li Îraqê jî nûçeyên cuda cuda derbarê tevlihevkirina komên çekdar bi artêşa Îraqê re belav dibin ku dikare wekEi amadehiyekê ji bo hatina wê be. Li gorî hinek çavkaniyên nefermî ne tenê derbarê komên çekdar, her wiha derbarê şandina petrolê ji Îranê re û îhtimala cezakirina SOMOyê jî hişyarî dane Bexdayê.

Tirseke din a hevbeş a Îran û Îraqê îhtimala vejîna DAIŞê ye. Îraqê dest bi danîna dîwar li ser sînorên xwe yên bi Sûriyeyê re kiriye û 191 malbatên DAIŞê ji kampa Holê vegerandine wekî nîgeraniyekê ji îhtimala têkçûna rewşa wir da ku herî kêm di bin kontrola wê de bin. Çend rojan berê artêşa Îraqê li Hemrînê operasyonek li dijî DAIŞê pêk anî û Îranê jî ji wî aliyê sînorên Diyaleyê li parêzgeha Kirmaşanê manevrayeke leşkerî kir.

Rêbaza hevterîb di navbera Îran û Îraqê de di pêwendiyên dîplomatîk de jî xuya dibe. Di demekê de ku Sûdanî serdana Brîtanyayê kir, Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi welatên Ewropî re li ser bernameya atomî ya welatê xwe danûstandin kir ku îşaretek e ji bo hewlên Tehranê ji bo helwesteke parastinê zêdetir ji wê yekê ku mîna berê di rewşa serdestî û êrişê de bû.

Dibe ku berevajî Tirkiyeyê û wekî Îsraîlê, Îran û Îraq Sûriyeyeke federal an nenavendî ji bo berjewendiyên xwe baştir bibînin lê xuya ye ku dengoya dayîna dronên Îranî ji HSDyê re zêdetir wekî amrazeke guvaşê bimîne ji bo rêlibergirtina firehxwaziya îhtimalî ya Tirkiyeyê li Îraq û korîdora Zengazûrê. Bi îhtimaleke mezin hem Îran hem Îraq çi qasî xurtbûna Tirkiyeyê nexwazin û pêşveçûna Îsraîlê li Sûriyeyê wekî metirsiyê bibînin jî hê xwe ji rûbirûbûna eşkere diparêzin.

Dawî

Hejmartina berevajî ji bo destbikarbûna Trump dest pê kiriye ku her yek ji Îsraîl û welatên Erebî li bendê ne ka ew dê çi bibêje derbarê Sûriyeyê de lê Amerîka jî êdî ne ew hêza bê sînor e ku hemû tiştî çareser bike. Qedera Sûriyeyê bi dînamîka navxweyî ya pêwendiyên komên çekdar ên cuda, her wiha xwesteka Ewropa, Kendav, Tirkiye û Ewropayê jî teşe digire.

Tevî gotara Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê derbarê erebbûna Komara Sûriyeyê, bi îhtimaleke mezin pêgeha Kurdan li Sûriyeya piştî Esed xurttir dibe ji berê. Ev jî piştî ku niha hewleke cidîtir ji bo yekkirina gotara kurdî li Sûriyeyê heye. Rewşa Sûriyeyê jî gelekî berfirehtir ji sînorên xwe bandorê li Doza Kurdan li Rojhilata Navîn dike.

Herêma Kurdistanê, li Îraqê derfeteke din a xurtbûnê bi dest xistiye. Li Tirkiyeyê jî tevî nezelalbûna "diyaloga Ocalan" ka gelo pirsa çekdanîn û çareserkirina sînordar a Pirsa Kurd çawa bi hev re tên girêdan, hebûna diyalogê pêgeha Kurdan di siyaseta wî welatî de xurttir dike.

Dawiya dawî jî ev hemû Îranê jî neçar dikin ku derbarê Pirsa Kurd de gavekê biavêje, wekî ku tewra  Sergey Lavrov ji Rûsyaya nêzîk ji Tehranê jî behsa wê kiriye.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem nifûsa Kurdan li Rojhilata Navîn dora 4 milyon kes bû, ev jî bêyî ku rêxistineke siyasî ya xurt hebe ku daxwazên wan formule bike. Niha ev nifûs bi dehan milyon e û bi dehan rêxistinên siyasî jî di meydana siyaseta Kurdî de pêşbaziyê bi hev re dikin. Lewra nabe ku mîna berê li derveyî lîstikên mezin bên hiştin!

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst