Huseyn Erdem, sala 1949an li gundê Xolxolê yê Çewlîga bakurê welêt hatiye dinyayê. Du bakaloryus û du masterên wî yên di warên hiqûq, zanistên ziman û perwerdeyê de hene.
________________________________________
Min bala xwe dayê ew her karê xwe bi baldarî û hişmendî dibe serî, mîna vê bi baldarî û hişmendî fêrî zimanê Kurdî jî bûye, bi baldarî û hişmendî zimanê xwe gihandiye cihekî ku bibe mamosteyê zimanê Kurdî.
Di zaroktiyê de di navbera çar zimanan de tê û diçe, wekî lîstikê bike, bi awayê lîstik û yariyê bi hev re fêrî çar zimanan dibe lê di nav wan çar zimanan de, bi dizî ferî zimanê xwe yê zikmakî dibe.
Dema asîmîlekirina Kurdan û zimanê wan (salên pêncihî yên Stenbolê/sedsala borî), ew li dibistanê fêrî zimanê Tirkî dibe, bi hevtemenên xwe re ferî Yûnanî û Teterî, li malê jî ji dêya xwe fêrî zimanê Kurdî dibe.
Dema bavê wî her êvar tê malê ji zarokên xwe dipirse: Hûn îro fêrî kîjan peyvên nû yên Kurdî bûn?
Dê û bav ji zarokên xwe re gotiye: Hilgirtin û parastina vî zimanî di stûyê me de ye, divê em vî zimanî biparêzin. Erdem bi zimanê xwe yê xweş van bîranînan dibêje.
Di wê dema qedexekirina zimanê Kurdî de gelek kesan xwe da paş lê girîngiya kesên wekî Huseyn Erdem ew e ku paşê bûye mamosteyê zimanê Kurdî.
Di ciwantiyê de wî meyla komunîst serdestî lê kir û û endamê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê. Ewê ku zimanê wî dihate tunekirin û dixwest berxwedana zimanî bidomîne, ne tenê li hundirê Tirkiyeyê lê li Ewropayê jî hevalên wî yên komunîst rê nedanê ku "pêşî li kuştina" Kurdî bigire.
Huseyn Erdem ji ber vê helwesta wan bêhtir bê hêvî dibe lê serî natewîne.Hevalên wî yên komunîst jê re digot: "Zimanê Tirkî, zimanê me yê navneteweyî heye, çi pêwîstiya te bi Kurdî heye?"
Erdem berê xwe dide Almanyayê û li wir dibe mamosteyê zimanê Kurdî. Paşê li yekê ji zanîngehên herî navdar, li Zanîngeha Kolnê, beşa zimanê Kurdî vedike. Bi serpereştiya mamoste Erdem, beşa Kurdî ya Zanîngeha Kolnê bû yekê ji wan derfetên ku li xerîbiyê zimanê Kurdî ji mirinê rizgar dikir. Bi dehan salan, Kurdên "Kurdî-nezan" û yên ku dixwest hînî Kurdî bibin li wir hînî ziman dibûn.

Eger kesekî wekî Huseyn Erdem, ew kesê ku rehên hizir û tevgera wî ya Kurdewarî zexm in, ew kesê zexm ê mîna çinarên çiya û zozanan nebûya ev destkeftî bi cih nedihat, ji ber ku Erdem evîndarê lawik, destan, beyt û metelokên Kurdî ye.
Lewma her tim mînakên ji helbest û ji wê xezîneya girîng a zimanê Kurdî li ser zimanê wî ne. Di vî warî de arşîveke wî ya dewlemend a edebiyata devkî ya Kurdî heye, arşîveke ku wî bi xwe ji bajar û gundên Bakurê Kurdistanê berhemên wê kom kirine û tomar kirine ku ez hêvîdar im bide yekê ji saziyên Kurdistanê.
Huseyn Erdem her tim bi xemgînî û hêminî behsa qedexekirina zimanê Kurdî dike. Behsa travmayên qedexekirina zimanê zikmakî dike, bi taybetî li cem zarokan û dipirse: "Gelo qedexekirina zimanê te ne yek ji tiştên herî tal ên jiyanê ye?"
Dema mirovên wekî Huseyn Erdem behsa vê rewşê dikin, di sîmayê wan de dîrokeke tal dixuye lê qedexekirina ziman ne tenê bandoreke neyînî li ser Erdem kir, di heman demê ew kir mamosteyê ziman bi xwe jî.
Ji wê wêdetir, Erdem xwest ku ferî zêdetir zimanan bibe û zêdetir ji raz û hezkirina zimanan fêm bike da ku bihêztir bi reng û dengên curbecur ên zimanan re bijî. Ji ber vê yekê, dema em li cihekî bi hev re bin, tiştekî vexwin an bixwînin, Erdem dikare di heman demê de navê xwarinekê, vexwarinekê yan jî awayê xwestina tiştekî û hwd. bi Fransî, Rûsî, Yewnanî û zimanên din jî bibêje.
Di dema dayîna dersên zimanê Kurdî de (Kurmanciya Jorîn), wî di yek kêliyê de bi çar-pênc zimanên cuda mînak didan. Qedexekirina zimanê wî Erdem kir ew evîndarê zimanan bi giştî û bi taybetî jî yê zimanê Kurdî.
Dema em guh didin çîroka Erdem, em têdigihîjin ku em ne tenê hest û hezkirina wî ya ji bo zimanê Kurdî dibînin, belkî bi em zelalî dibînin ku wî ji bo zindîhiştina zimanê Kurdî çi kar û xebat kiriye.
Wî karî li Zanîngeha Kolnê li gel fêrkirinê, bawernameyên fêrbûnê jî bide xwendekaran. Her wiha wî bawername dida kesên ku ji bo bibin wergêrên fermî yên zimanê Kurdî-Almanî pêwîstiya wan bi bawernameya zimanê Kurdî (Kurmanciya Jorîn) hebû ku di wan salan de ne mumkin bû mirov di wî warî de bawernameyekê bistîne.
Çi qasî li ber dilê min şîrîn bû, dema me sibeha rojeke zivistanê ya sala 2011an li Zanîngeha Kolnê di pola wî de wêne digirtin û bi tomarkirinê re mijûl bûn, wî li ser texteyê reş nivîsî: "Rojbaş Welatê Min."
Rojbaş mamoste Husynê hêja, mamosteyê zimanê Kurdî. Spas ku te zimanê Kurdî bi gelek kesan da hezkirin, kesên ku ziman li wan hatibû qedexekirin, ji wan re hatibû gotin "Zimanê Kurdî bavêjin û ji bîr bikin" lê te Kurdî û hezkirina zimanan fêrî wan kir.
Bi saya te, mirov ne tenê ji zimanê Kurdî, belkî ji hemû zimanên din jî hez dike û dibe parêzvanê zimanan. Huseyn Erdem ku niha nexweş e û rewşa wî ya tenduristiyê ne baş e, ez dixwazim bi vê nivîsê û bi wê belgefîlma ku me li Tora Medyayî ya Rûdawê çêkiriye û hûn dê paşerojê li Rûdawê bibînin, bi kurtî jê re bibêjim: “Keda te ya ji bo zimanê Kurdî nayê jibîrkirin û em ji te hez dikin.”

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse