Li Dêrsimê geştyariya bi hespan bala xelkê kişandiye ser xwe

14-10-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Dêrsim Geştyarî Hesp
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Geliyê Pilemûrê yê ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê yek ji geliyên herî dewlemend û bedew ê deverê ye. Bihar û havînan bi keskayiya darûberên xwe û payizan jî bi rengîniya pelgên weriyayî bala geştiyaran dikşîne. Mirov dikare êdî li ser pişta hespan di nava gelî de bigere û wê ciwaniyê ji nêzîk ve bibîne.

Geliyê Pilemûrê yê ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê 20 kîlometre dirêj e û ji bajarê Dêrsimê dest pê dike heta navçeya Pilemûrê. Di vê hewayê payîzê de geştyar berê xwe didin deverê û vê carê bi hespan li nava vê xwezaya bedew û dilrevîn digerin.

Xwediyê Çewlika Hespan Cengiz Kiliç got, “Heşt hespên me hene, em wan xwedî dikin, em bi hespan geştyaran li nav xwezayê 5 heta 10 kîlometreyan digerînin. Ez dixwazim alîkariya kesên dixwazin li vir bigerin bikim û min divê ev bibe çandek, em wêneyê wan jî wek bîranin dikşînin.”

Dêrsim yek ji navendên herî giring ên geştyariyê ye li Bakurê Kurdistanê. Di her çar demsalan de xwezaya wê bi rengên cuda dixemile.

Çewlikeke hespan, berî du salan hatiye avakirin. Ew van hespan li nava parka xwezayî ya Orenonu xwedî dikin  daku geştyaran pê bigerînin. Her dema dest bi geştê dikin rêzanek jî bi wan re diçe. Ew di nav gelî, daristan û çeman re derbas dibin.

Geştyar Tuncay Sarigul anî ziman, “Geliyê Pulumurê bi xweza û daristanên xwe cihekî gelek dewlemend e. Li kêleka vî gelî hebûna çelikeke Hespan gelekî taybet e. Ez ligel 9 hevalên xwe hatime vir. Destpêkê em hinekî ditirsiyan. Lê dema xwediyê vê çewlikê rêberî ji me re kir û em çûn nav xwezayê gelekî bê hempa bû. Em gelekî kêfxweş bûn û hêja ye mirov bê vê derê bibîne.”

Geştyarên ku tên vir ji vê projeyê gelekî razî ne û dibêjin jiyana li vir ya ku dûrî bajaran e hewqasî xweş e wek ku di behiştê de bî.

Salane hêjmareke zêde ya geştyarên biyanî û navxwe ji bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serdana Dêrsimê dikin. Xwediyên navendên geştyariyê dibêjin îsal havînê herî kêm 20 hezar geştyaran serdana parêzgeha Dêrsimê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst