Rêjeya nexweşiya penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye

12-07-2021
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Ti navendeke penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê tune ye
Ti navendeke penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê tune ye
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Penceşêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê rêjeya tûşbûna bi penceşêrê zêde bûye û ti navendeke penceşêrê li wê parçeya Kurdistanê nîne û çareserî tenê li Şamê ye.

Li gor amarên Heyva Sor a Kurdî par li Cezîra Rojavayê Kurdistanê, 268 kes bi penceşêrê ketin, îsal tenê di şeş mehên destpêkê de 552 kes pêketine..

Şeyda Hesen ê 14 salî yek ji wan kesane ku nêzîkî salekê ye bi penceşêra hestiyan ketiye, lê bi muzîkê û tembûrê hinek êşa xwe derman dike.

Şeyda Hesen ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê ti navendeke wergirtina çareseriya penceşêrê nîne ew diçe Şamê.

Nexweşê penceşêrê Şeyda Hesen Îsmaîl dibêje: “Heseb devera ku werm têde heye lê ez ji mefasilê xwe aciz im, serê min jî gelekî diêşe, hin cûrê hene gelekî giran in, ez ji zarokan re dibêjim, xwe radest nekin û li ber xwe bidin.”

Piraniya pêketiyan li Rojavayê Kurdistanê jin û zarok in, Şeyda tevlî hevalên xwe yên nexweş li Komeleya Emîn a taybet bi zarokên tûşîbûyên penceşêrê, dibe. Rengê jiyanê li wir cûda ye, zarok hewl didin di jiyanê de bimînin. Li gor amarên Heyva Sor li wê deverê, bi rêjeya ji sedî 20 tûşbûyên penceşêrê rehet dibin.

Rêvebera Cîbicîkar a Komeleya Emîn a Zarokên Penceşêrê Hêlîn Hesen jî got: “Li Qamişlo 50 zarok bi penceşêrê ketine. Projeya me ew e em bi pizîşkan re li Şamê têkiliyê bikin, çareseriyê û bilêta balafirê ji zarokên nexweş re dabîn bikin.”

Pizîşkên xwîn û penceşêrê, bi tirs temaşeyî zêdebûna haletên tuşbûnê dikin û behsa wan sedeman dikin yên ku dibin rêxweşker li ber belavbûna vê nexweşiyê.

Pizîşkê xwînê Danîş Hac Ibrahîm diyar kir ku di wan demên dawiyê de li Rojavayê Kurdistanê belavbûna nexweşiya penceşêrê gelek zêde bûye û sedema sereke jî bîr û parzûngehên petrolê ne.

Wezareta Tenduristiya Hikumeta Sûriyê dibêje li wî welatî di salê de her serê hezar kesî, kesek bi penceşêrê dikeve û di sala 2021 de heya 8 hezar kes pêketine. Nexweşxaneya Beyrûnê li Şama paytext navenda sereke ya penceşêrê li Sûriyê beriya niha ragihand ku ji sedê 33 pêketiyan ji parêzgeha Hesekê ne, sedem jî wê demê ji bo hebûna heraqiyan anko parzîngehên destpêkê yên ji hevcûdakirina petrolê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî / megaflopp – stock.adobe.com

LÊKOLÎN - Bêhna tir û fisên jinan genîtir e

Dema we ev sernav dît dibe ku hûn şaş bûbin çimkî gelek kes dibêjin qey ji xwe ba ji ber jinan naçe (jin tir û fisan nakin), nexasim jî ku ew evîndarê jineke spehî bin lê lêkolîn tiştekî cuda dibêjin