Amed (Rûdaw) - Li Amedê mamosteya werzîşê Hatîce Bariş Ataman, li navenda xwe ya werzîşê ya jinan li ber muzîka govendên Kurdî werzîşa zeîfbûnê bi jinên bajêr dide kirin.
Li gorî gotina wê, tenê cihê ku bi stran û muzîka govendên Kurdî werzîş lê tê kirin, navenda wê ye.
Ew vê werzîşa bi navê “spinning” a ku pê werzîşvan kîloyan didin û zeîf dibin, nêzîkî salekê ye li navenda xwe pêk tîne.
Ev werzîş bi gelemperî bi muzîka Îngilîzî tê kirin lê ew dibêje ku ji bo danasîna muzîk û çanda Kurdî wê ev biryar girtiye û her wiha werzîşvan ji ber rîtma bilind a govendê di demeke zûtir de kîloyan didin.
Piştî bihîstina hebûna navendeke ku bi muzîk û govenda Kurdî werzîşê dide kirin, eleqeyeke zêde ji bo navenda wê çêbûye.
Bi werzîşa bi govenda Kurdî li gorî muzîka biyanî du-sê qat zêdetir kalorî tên şewitandin, mirov zûtir kîloyên xwe dide û li gel wê jî wekî ku çûbin şahiyekê, bi kêf û coş werzîşa xwe dikin.
Li wê navendê muzîka Kurdî heye, muzîka govendê heye, tenê bûk û zava tune ne û di şûna wan de werzîşvanên jin hene.
Di eslê xwe de ev werzîş li hemû deverên cîhanê bi muzîka biyanî tê kirin lê xwediyê navendê û mamosteya werzîşê ya Amedî Hatîce, nêzîkî salekê ye bi rîtmên stran û govendên Kurdî vê werzîşê bi jinên bajêr dide kirin û pê re jî ev reng û aheng derdikeve holê.
"Bi xêra muzîk û govenda Kurdî zûtir kîloyên xwe dan"
Xwediyê Navenda Werzîşê Hatîce Bariş Ataman “Min li asta cîhanê destpêşxeriyeke yekem kir.
Min ji bo ku çanda me bidim naskirin û nîşandan, bi stran û govendên Kurdî û bi lîrandinan jin bêhtir han dan ku werzîşê bikin.
Wan bi xêra muzîk û govenda Kurdî zûtir kîloyên xwe dan. Her ku kîlo dan, hezkirina wan a ji bo werzîşê zêdetir bû. Me jî bi vî awayî xwe li cîhanê da naskirin.”
Li gorî Atamanê, li Tirkiye û cîhanê ew cara ewil e ku vê werzîşê bi muzîka Kurdî dike.
Ew dibêje, werzîşvanên jin bi vê şêwaza nû nawestin, di demeke zûtir de kîloyên xwe didin û pê re jî wekî li dawetekê bin, têra dilê xwe govendê digerînin û kêfxweş dibin.
"Govenda Kurdî bêtir kolorî dide şewitandin"
Hatîce Bariş Atamanê bal kişand ser bandora govenda Kurdî ya di wezişê de û got:
“Niha li Amed û Tirkiyeyê tenê mamosteya werzîşê ya ku bi govend û muzîka Kurdî werzîşa spinningê dide kirin ez im. Navenda min jî di vî warî de take navend e.
Bi muzîkên biyanî herî zêde 300-400 kalorî tên şewitandin lê dema ev werzîş bi muzîka govendên Kurdî tê kirin, ji ber ku rîtma muzîka Kurdî gelek bi hêz e, hemû laş dixebite û bi tempoyeke bilind werzîş tê kirin, di navbera 600 û hezar kalorî de tê şewitandin.
Piştî ku min ev werzîş bi govendê kir, vê yekê li hemû cîhanê deng veda. Ji Almanya, Ewropa, Îngilistan û Holendayê mişteriyên min çêbûn.”
Di dema werzîşê de, li ber stranên govendên Kurdî û bi tilîliyan werzîşvan ji xwe diçin.
Ew hem bîsîkletê diajon, hem jî govendeke ji hemû govendan cûdatir digerînin û nizanin dema wan çawa derbas dibe.
Werzîşvan Ronahî Ozcanê kêfxweşiya xwe wiha anî ziman:
"Min navê mamoste Hatîceyê li Mêrsînê bihîst. Ez hatim vir, pir xweş e. Atmosfera vir wekî saloneke dawetê ye."
"Ji ber hebûna mamoste Hatîceyê jinên Amedî jî gelek bi şens in"
Werzîşvan Nûrdan Yoncaya ku mamosteya Werzişê li ser medyaya civakî ditiye wiha got:
“Min bi tesadufî li ser Instagramê mamoste Hatîceyê dît. Ji bo wê jî ez xwe gelek bi şens dibînim.
Bi dîtina min, ji ber hebûna mamoste Hatîce jinên Amedî jî gelek bi şens in.”
Li gorî amarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, li Tirkiyeyê ji her sê kesan yek obez e û ji her sê kesan yek jî zêde qelew e.
Mamosteya werzîşê Hatîce jî dibêje ku wê bi rîtmên govenda Kurdî li hemberî obezîteyê têkoşîn daye destpêkirin û ev şêwaza wê dê li hemû cîhanê belav bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse