Dema mêrek demeke dirêj seksê neke çi bi laşê wî tê?

27-04-2024
RÛDAW
Nîşan Mêr Seks Tenduristî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Efsaneyên li ser laşê mêrên ku demeke dirêj seksê nakin xelas nabin û gelek nêrînên cuda hene.

Di nav wan de, behsa windabûna lîbîdoyê (heza seksê), asêbûna avikê (sperm) û pirsgirêkên repbûnê (erectile dysfunction) tê kirin.

Di nav wan de kîjan rast in kîjan ne rast in urolog bersiva wan didin.

Asêbûna avikê, windabûna lîbîdo û avikê di dawiyê de xirab dibin.

Di derbarê mijara dûrketina ji seksê de ji bo mêran çîrokên tirsnak hene.

Rastiya heft îdiayên herî berbelav bi pisporan re hat testkirin.

Dema mêrek demekê dirêj seksê neke çi dibe ji laşê wî?

Organên zayendî têne guherîn?

Masûlkeyên ku demeke dirêj nayên bikaranîn pûç (dejenere) dibin.

Ji hêla teorîkî ve, organên zayendî jî dikarin di pêşkeftinek wekhev de derbas bibin ango di pratîkê de ew êdî wekî ku divê kar nakin.

Di rastiyê de, eger mêr demeke dirêj penîsê xwe bi kar neyne, ev dikare xerabûna repbûnê (erektîl) bi pêş ve bibe.

Pisporê Urolojiyê û nivîskar Dr. Christoph Pies, di hevpeyvînek ligel FITBOOKê de vê yekê piştrast dike.

Ji ber nebûna gera xwînê, tevna erektîl dikare di demeke dirêj de pûç bibe.

Dr. Pies behsa guherînên di masûlkeyên di organên zayendî de û birînên di tevna erektîlê de dike ku dikare bibe sedema xweragiriyê.

Ev yek di lêkolînekê de jî hatiye nîşandan.

Bi rastî asêbûna spermê heye?

Tê gotin ku nekirina seksê ji bo demeke dirêj dibe sedem ku avik kom bibe û hêk jî biwerimin.

Ev yek fikrekî bi êş e lê bi dilxweşî bi efsaneyan ve tê girêdan.

Urolog Dr. Christoph Pies her tiştî bi zelalî radixe ber çavan.

Dr. Pies got, “Spermên nû bi berdewamî di gunan (testîs) de têne hilberandin lê zû yan dereng spermên ku nehatine bikaranîn parçe dibin û bi şev tê valakirin.”

Ji ber vê yekê di rastiyê de tiştekî bi navê asêbûna spermê (semen stasis) nîne.

Sperm dikare xirab bibe?

Gotegotên ku berê li hewşa dibistanê dihatin gotin ne rast in.

Îdiaya ku dibêjin eger mêr demeke dirêj seksê nekin û ji ber vê yekê ji sperman xilas nebin dê kalîteya spermên wan xirab bibe, ne rast e.

Li gorî Dr. Pies, sperm ber bi başî û xirabiyê ve naguhere ku lêkolînerên Amerîkî jî di lêkolîneke mezin de ev yek îspat kirine.

Dûrketina ji seksê bandorê li prostatê dike?

Belê. Di lêkolîneke hevbeş de, lêkolînerên ji fakulteyên cuda karîbûn nîşan bidin ku ejekulasyona birêkûpêk xeteriya bipêşketina penceşêra prostatê kêm dike.

Li gorî lêkolînê ejekulasyona 21 caran û jortir ji koma ku mehê di navbera 4 û 7 caran ejekulasyonê dikin de ji sedî 33 di metirsiyê de kêmbûn hat dîtin.

Eger mirov demeke dirêj seksê neke pergala parastinê zerer dibîne?

Belê/na. Hûn dikarin tekez vê yekê bibêjin; eger hûn hefteyê 2-3 caran seksê bikin, hûn dê piştgiriyê bidin pergala xwe ya parastinê.

Dr. Pies dibêje, nemaze eger kesek din tê de hebe, pevguherîna gilêzê mîna vaksînê dixebite ji ber ku pirtir antîkor dikare were tespîtkirin.

Dûrketina ji seksê zererê dide tenduristiya derûnî?

Tê zanîn ku seks derxistina hormonên bextewariyê provoke dike û derketina hormonên stresê yên kortîzolê jî asteng dike.

Ger ev "tevger" wenda bibe, mirov dê bi vî rengî bêhtir hêrs bibe.

Gelek mirovên bandordar bi gelemperî vê bandora nebaş bixwe bi pêş dixin-bê guman, bêhemdî.

Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Gottingenê ya Almanyayê ku li ser 32 hezar kesan kiriye, nîşan dide ku jin û mêrên ku hefteyê herî zêde carekê seks dikin ji sêyan yekê wan bala wan xera dibe.

Dr. Pies li ser vê yekê hişyarî dide û dibêje, “Ev asta stresê hîn bêhtir zêde dike.”

Ji ber vê yekê bersiva vê pirsê jî ev e: Erê.

Jinbûn çêdibe?

Na. Lêkolînên li ser bandora dûrketina seksê li ser asta testosteronê bi tevahî ne zelal in.

Wekî kêmbûna ejekulasyonê dikare bibe sedema kêmbûna testosteronê ya serbest a çalak.

Lêbelê, bandoreke neyînî li ser testosteronê ya giştî an jî hormonên “jinbûnê/mêbûnê” nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst