Hewlêr (Rûdaw) - Bijîşkên Çînî, cara yekem di cîhanê de pişika berazekî ku genetîka wî hatiye guhertin li mirovekî neqil kirin.
Pişik heta nehan rojan bê pirsgirêk xebitî.
Li Çînê, di cîhana tibê de pêngaveke dîrokî hat avêtin.
Bijîşkan pişika berazekî ku genetîka wî hatiye guhertin, bi serkeftî li mirovekî ku mirina mêjiyê wî pêk hatibû neqil kirin.
Tîma bi serokatiya Prof. Dr. He Jianxing a li Nexweşxaneya Zanîngeha Tibê ya Guangzhouyê, pişika çepê ya berazekî ji cureyê "Bama" li nexweşekî 39 salî neqil kir.
Şeş guhertinên genetîkî ji bo lihevhatinê
Ji bo ku laşê mirov organê red neke û bi temamî qebûl bike, şeş guhertinên genetîkî yên girîng li ser pişika beraz hatin kirin.
Di vê çarçoveyê de, sê genên beraz ên ku dibin sedema redkirinê hatin jêbirin û sê genên mirovî jî ji bo lihevhatineke baştir li pişikê hatin zêdekirin.
Piştî neqilê, pişika berazê 9 rojan bêyî pirsgirêk xebitî, karê pevguhertina hewayê kir û oksîjen da xwînê.
Di vê pêvajoyê de ti nîşaneke redkirinê nehat dîtin.
“Ev îspat dike ku neqil mimkin e”
Prof. Dr. He Jianxing bal kişand ser girîngiya operasyonê û got:
"Neqla pişikê yek ji emeliyatên herî aloz e, ji ber ku pişik tim bi hewaya derve re di temasê de ne û zêdetir rastî êrişên sîstema parastinê tên.
Her çend ev ceribandin li ser kesekî ku mirina mêjiyê wî pêk hatibû hatibe kirin jî serkeftina wê îspat dike ku neqila pişika berazê li mirov ji aliyê fîzyolojîk ve îhtimaleke xurt e."
Berê dil, gurçik û kezeba berazê li mirovan hatibûn neqilkirin lê ev cara yekem e ku pişikeke berazê bi vî rengî tê ceribandin.
Ev serkeftin wekî pêngaveke girîng di qada ksenotransplantasyonê (neqla organên ajalan li mirovan) de tê dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse